Jin li Stenbolê li dijî şer, komkujî û qirkirinê meşiyan

Jin bi hev re bi hêz in, êrîşên Îsraîlê yên li ser Fîlîstînê bi meşekê protesto kirin û peyam dan: "Em vê durûtiya ku li Filistînê ji şer re na, li Rojava û Karabaxê erê, tehemûl nakin."

Navenda Nûçeyan - Li ser banga Jin bi hev re bihêz in gelek jin ji bo şermezarkirina êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê li ber avahiya Serkonsolosxaneya Îsraîlê ya li Beşîktaşa Stenbolê meşiyan. Jinên li Metrocity hatin cem hev û ber bi pêşiya Serkonsolosxaneya Îsraîlê ya li rawestgeha Levent Plazalar demeke dirêj meşiyan.

Jinên ku pankarta "Ji çem heta behrê, jinên azad em bi gelê Filistînê re li ber xwe didin" hilgirtin, di tevahiya meşê de gelek caran dirûşmên, "Gelê Rojava ne bi tenê ye", "Jinên Filistînî bi tenê ne", "Hevgirtina jinan dê sînoran derbas bike”, “Ji jinên li dijî qetlîamê li berxwe didin re hezar silav”, “Jin li dijî qetlîaman li gel Fîlîstînê ye”, “Jin jiyan azadî”, “Li dijî dagirkeriyê bijî jin”, “Gelê Filistînê ne bi tene ye”, “Ji Rojava heta Xezayê gel li ber xwe dide”, “Şermezarkirin ne bes e, boykot” berz kirin.

Di meşê de pankartên "Ji Rojava heta Filistînê ji gelên cîhanê re azadî", "Ji jinên berxwedêr re hezar silav", "Li dijî qetlîamê em li ber xwe didin", "Jin jiyan azadî" “Bijî hevgirtina jinan a li dijî şer”, “Bedenên jinan ne qada şer e” hatin vekirin. Piştî meşê li ser navê jinan Selîn Top li ber Konsolosxaneya Îsraîlê daxuyanî xwend.

'Jin hewl didin ku zêdetirî milyonek zarok bijîn'

Selîn Top destnîşan kir ku Îsraîl ev 12 roj in êrîşî Xezayê dike û bi hezaran kes hatine qetilkirin û destnîşan kir ku jin di şert û mercên şer de hewl didin zêdetirî milyonek zarokan bidin jiyankirin. Selîn Top bal kişand ku rêyên ku ji bo valakirinê dihatin bikaranîn ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin bombekirin û diyar kir ku artêşa Îsraîlê li Nexweşxaneya Xezayê El Mamedanî (el-Ehli Baptist) xist û 471 kesan jiyana xwe ji dest dan.

'Em nikarin durûtiyê qebûl bikin'

Selîn Top got: "Em ji Rojava baştir dizanin ku dewlet nexweşxane û dibistanan bombe dikin û ji şermezarkirinê dûr çepikan lê dixin."

“Hin dewlet dema dikujin jî mexdûr in, Filistîn û Kurdên ku di nexweşxanê de bi bomberanê mirine jî dema bimirin jî sûcdar in! Bi ser de jî, yên ku dibêjin em bi gel re li dijî dagirkeriyê radiwestin, tenê duh li parlamentoya vî welatî pêşnûme qanûna şerê dervayî sînor derbas kir, da ku gelên din jî bên bombebarankirin, qetilkirin û dagirkirin. Em nikarin vê durûtiya ku li Filistînê ji şer re na, li Rojava û Karabaxê dibêje erê, tehemûl bikin.”

'Em li cem gelê Filistînê û jinên Filistînî ne'

Selîn Top anî ziman ku dewlet ji Rojava heta Qerebax û Filistînê guh nadin jiyana jinan, di heman demê de bedena jinan ji bo polîtîkayên xwe yên şer bi kar tînin û wiha gotinê xwe bi dawî kir:“Îro nîvê zêdetirê kesên li Xezayê hatin qetilkirin zarok û jin in. Em wek jin li vir in ku em li cem gelê Filistînê ne. Divê dewleta Tirk demildest têkiliyên xwe yên bazirganî bi Îsraîlê re qut bike. Divê dorpêça li ser Xezayê bê rakirin û gihandina pêdiviyên lezgîn bê kirin."