NY: Divê Îran demildest dawî li cezayên darvekirinê bîne
Komîteya Dîtina Rastiyan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve bang li Îranê kir ku demildest dawî li cezayên darvekirinê bîne û got: “Îran cezayê darvekirinê ji bo rûbirûbûn û bêdengkirina çalakvanên jin bikartîne.”
Navenda Nûçeyan- Komîteya Dîtina Rastiyan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve derbarê cezayên darvekirinê yên li Îranê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em daxwaz dikin ku Îran demildest dawî li cezayên darvekirinê bîne. Desthilata Îranê cezayê darvekirinê ji bo rûbirûbûn û bêdengkirina çalakvanên jin bikartîne.”
Di daxuyaniyê de cezayê darvekirinê yê ku li Werîşe Muradî hatî birîn hate bi bîrxistin û wiha got: “Werîşe Muradî piştî Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî sêyem jine ku ji ber çalakiyên xwe cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Her çiqas cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî di cotmeha îsal de hatibe betalkirin jî, lê hîna metirsiya darvekirinê li ser heye.”