Li Lîbyayê qedexeyên nû yên li ser jinan rastî bertekan hat

Wezîrê Karên Hundir ê Demkî yê Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê ragihand ku di serî de hîcab ji bo jinan biryarên sînordar hatine girtin. Biryarên hatin girtin hem li hundir hem jî li derve rastî bertekên mezin hatin.

Navenda Nûçeyan - Daxuyaniya Emad Trabelsî, Wezîrê Demkî yê Karên Hundir yê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê ku gotibû ew ê ji bo jin û zarokên keç tedbîrên berfireh ên "exlaqî" bigirin, hem li hundir û hem jî li derve rastî bertekên mezin hat. Emad Trabelsî di 6’ê Mijdarê de di civîneke çapemeniyê de li Trablusê axivî û diyar kir ku ew ê li ser cil û bergên jinan, têkiliyên civakî û azadiya ger û geştê li qadên giştî astengiyên cidî deynin.

Emad Trabelsî bi îdiaya ku "li Lîbyayê cîh ji azadiya kesane re tune ye" got ku divê jin di nav gel de cil û bergên guncav li xwe bikin, û destnîşan kir ku jinên ku serê xwe negrin nayên qebûlkirin.

Ferzkirina hîcabê

Li gorî rêziknameya nû, tê plankirin ku li dibistanan ji pola çaran dest pê bike ky zarokên keç mecbûrî hîcabê bide serê xwe. Her wiha hat diyarkirin ku ger jin bi tena serê xwe li cihên giştî bi mêrek re hevdîtin pêk bînin dê ji aliyê “polîsên exlaqî” ve bên şopandin û kesên ne zewicî re hevdîtin bên qedexekirin. Wezîr her wiha tehdîd kir ku dibe ku kesên bi vî rengî bên girtin.

Emad Trabelsî diyar kir ku jin ji bo biçin derveyî welat pêwîstiya xwe bi destûra nivîskî ji weliyê mêr (bav, mêr yan bira) bistînin. Ev biryar weke pêngaveke ku azadiya ger û geştê ya jinan bi awayekî cidî bisînor dike hate nirxandin.

Li hember biryarê bertek

Parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên jinan bertek nîşanî vê rewşê dan û diyar kirin ku li Lîbyayê ev pêkanîn tê wateya paşveçûneke mezin di warê mafên jinan de.

Hat diyarkirin ku ev tedbîrên ku ji aliyê Wezîr Trabelsî ve tên pêşniyarkirin li dijî destûra bingehîn a demkî ya niha ya Lîbyayê û peymanên navneteweyî yên mafên mirovan ên ku ew alîgirê wan e, ne. Weke welatekî alîgirê peymanên navneteweyî yên wekî Protokola Maputo ya li ser Mafên Jinan û Peymana Afrîkî ya Mafên Mirovan û Gelan, Lîbya xwedî erk e ku dawî li cihêkariya li dijî jinan bîne û azadiya tevgerê misoger bike. Lê heta niha Emad Trabelsî derbarê bingeha qanûnî ya van serlêdanên nû de daxuyanî nedaye.

Di dema ku serokwezîr û rayedarên din ên payebilind ên hikûmeta Lîbyayê hîna li ser van daxuyaniyên ku bi berfirehî belav bûne şîrove nekirin, tê gotin ku Lîbya di warê mafên jinan de qonaxek girîng a zivirînê dijî.