NY: Îsrailê xaka Filistinê vegerandiye girtigehek ser vekirî

Raporturê taybet yê NY Francesca Albanede tespîtkir ku li Îsrailê ji sala 1967’an heta niha zarokên ji 12 salî biçûktir jî di nav de, zêdeyî 800 hezar Filistînî hatine girtin.

Navenda Nûçeyan – Raportorê taybet yê Netewên Yekbûyî (NY)  Francesca Albanede der barê rapora binpêkirina mafan li ser xaka Filistînê, pêşkêşî konseya mafê mirovan NY kir. Francesca Albanede bal kişand ser ku Îsrailê hemû xaka Filistînê ya dagirkirî vegerandiya girtîgehek ser vekirî û destnîşan kir ku dorpêçkirin, çavdêrîkinû cezakirina Filistiniyan berdewam dike.

Zarok jî di nav de, zêdeyî 800 hezar Filistîni hatin girtin

Francesca Albanede got: “Di xaka dagirkirin ya Filsitinê de  hemû nifş bi awayek sistematik rastî  girtinên keyfî  û binçavkirinan tê. Bi giştî Filistînî ji aliyê Îsrailê ve bê delil sûcan qebul dikin, bêyî ku sucek hebe tê binçavkirin û bêyî ku biryara grtinê hebe tên girtin. Ji sala 1967’an ve zarokên di bin 12 salî de jî di nav de 800 hezar zêdetir Filistînî ji aliyê Îsrailê ve hatin girtin.”

Ji Hezîranê heta niha 160 zarok û 31 jin hatin girtin

Li hemberî rapora Francesca Albanese, makamên fermî ên Filistînê û rêxistinên mafê mirovan îfadekirin ku ji sala 1967’an heta niha zêdeyî 1 milyon Filistînî hatine binçavkirin û girtin. Ji meha Hezîrana 2023’an ve li girtîgehên Îsrailê û li navendên bunçavkirinê de 160 zarok û 31 jin jî di nav de di nava 5 hezar girtiyan de 3 jin û 19 zarok zêdeyî hezar 83 girtiyên îdarî hene.

Pêvajoya girtinê heya 5 salan dirêj dibe

Filistiniyên ku xaka wan Îsrail dagirkiriye, ew girtiyên ku tu sûcên wan nîne hatin girtin jêre dibêjin ‘girtiyên îdarî’. Filistinî bêyî ku sûcek yê wan hebe û ji mafê xwe yê parastinê bê par tên hêlan û heta 6 mehan di girtîgehan de dimînin. Piştî vê demê ên ku sewqî dadgeha leşkeri kirin lê belê girtiyên Filistînê ku ji sûcên xwe bê xeber heta 5 salan girtina wan bi caran dikare were dirêjkirin.