Nûnera RAWA: Em ê bingehên rizî yên rejîma Talîbanê bihejînin

Nûnera RAWA’yê Azadeh Omîd li Kabîlê di çalakiya 25’ê Mijdarê de axivî diyar kir ku tevî hemû rejîmên dîktator ên li cîhanê piştgiriyê didin Talîbanê jî dê bi berxwedana xwe bingehên riziyayî yên rejîma Talîbanê bihejînin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl – Yekitiya Jinên Şoreşger a Afganistanê (RAWA), bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li ser Jinan li Kabîlê çalakî li dar xist. Nûnera RAWA’yê Azadeh Omîd di çalakiyê de axivî û bal kişand ku îsal bi zextên Talîbanê ketine 25’ê Mijdarê û wiha got: “Welatê me du sal in di nava pençên dijminê jinan ku ji xwînê têr nabe de ye, gelê me jî di nava agir de. Gelê Afganistanê tê qetilkirin, di nava xizanî, bêewleyî, dijminahiya jinan, cudakrî, bêkarî, girtin û nelirêrtiyan de dijî.”

‘Jin du sal in ji mafên herî bingehîn ên mirovî bêpar in’

Azadeh Omîd anî ziman ku qurbanên yekem ên rejîma Talîbanê jin û zarok in û wiha domand: “20 sal in jinên Afganistanê di nava rewşeke xirab de bûn, bi hatina Talîbanê re niha zêdetir rewşeke weke dojehî dijîn. Saziyên navneteweyî jî Afganistanê ji bo jinan cihê herî bê ewle îlan kirin. Talîbana ku xwedî zihniyeta serdema navîn e, du sal in jinan ji perwerde, xebat û mafên bingehîn bêpar hiştiye lewre li gorî Talîbanê xwendin û xebata jinan kufur e. Talîban hewl dide bi terora ku dike Afganistanê bike cihê cehaletê û civakê bikşîne nava tarîtiyê.”

‘Van tecrubeyên bi êş rewşeke nû nîn e’

Azadeh Omîd bal kişand ku bêparmaîna ji perwerde û xebatê, şîdet, tecawiz û bûyerên terorî, ji bo jinên Afgan nû nîn in û wiha got:

“Talîban, riya birayên xwe yên cîhadîst ku bi xwe re salên tije şer û îxanetê anîn didomîne. Jin û zarokên Afganistanê jiyana ji mirinê xirabtir derbas kirin. Olperestên cîhadîst di civaka me de terorê û dijminahiya jinan ava kirin. Dizanibûn ku axa ciwan lê ne bi pênûsê bi rijandina xwînê werin perwerdekirin dê bêhna welatparêzî, hezkirina mirovan û azadiyê jê neyê. Dizanibûn ku dê herêmê bi hevkariya welatên emperyalîst û paşverû bi rehetî bikaribin bi kar bînin.”

‘Desthilatiya xwe bi dîl girtina jinan dimeşînin’

Azadeh Omid bal lê kişand ku dijminahiya jinan a Talîbanê demekî dirêj e didome lê dê jin destûrê nedin feraseta serdema navîn û wiha got: “Dê jin bi hayjêbûn û zanabûnê rihên riziyayî yê Talîbanê zuha bikin. Hêzên olperest ên mîna DAIŞ û Talîbanê, desthilatdariya xwe bi dîlgirtina jinan dimeşînin. Jin vê carê bêdeng nerûniştin û li bendê neman. Li dijî Talîbanê ku li kolanan xwîn dirijîne hêrsa xwe anîn ziman. Fouzia Kofi, Malali Shinwari, Habiba Sarabi, Nahid Farid, Shokrieh Barakzai, Sima Samar, Fatemeh Gilani, Shahrazad Akbar, Mari Akrami û bi dehan jinên din ên Efgan bi berxwedana xwe hêza jinên Efgan nîşanî hemu cîhanê dan.”

‘Dê jin rûpoşa li ber ruyê Talîbanê daxin’

Azadeh Omid bertek nîşan da ku Talîban li hemu cîhanê weke ‘hatiye guhertin’, ‘modern’ û ‘hevçax’ yê danasîn û anî ziman ku bi vê awayê Efganîstanê radestî Talîbanê kirin tê hêsankirin. Azadeh Omid got, “Efendiyên biyanî yên vê grûpa mêtinger ku di van demên dawî de bi navên cuda tê naskirin, bi eşkere yan veşartî Talîbanê weke ku ji gendelî û dijminatiya gelan dûr ketiye bi nav dikin. Ew Talîbanê wek piştgirên pêşketin û bextewariya gel nîşan didin. Tevî ku hemû rejîmên dîktator ên cîhanê yên ku piştgirîya Talîbanê dikin, destê xwe bidin hev da ku xwîna Talîbanê bişon û wan wek hêzeke şaristanî û pêşverû nîşan bidin, jinên Afganî yên êşdar dê dîsa jî rûpoşa li ber rûyê Talîbanê rakin."

‘Em ê bingehên rizî yên rejîma Talîbanê bihejînin’

Azadeh Omîd amaje bi wê yekê kir ku lîsteya sûcên Talîban û birayên wê yên paşverû dirêj e û her roj sûcên nû li vê lîsteyê zêde dibin û wiha got: “Em jin di wê baweriyê de ne ku bi yekîtî û hevgirtinê em ê hîmên xirap ên Talîbanê bihejînin. Rejîma Talîban a vampîr, xizmetkarên sereke yên emperyalîzma Amerîkî ye. Bi baweriya bi hişmendî, seferberî û rola jinê, em ê li dijî zilm û zordariyê bi derfetên xwe têkoşîna avakirina civakê li ber xwe bidin. Ger em têkoşîna xwe ya li ser esasê edalet, demokrasî û azadiyê bidomînin ti hêz nikare me tine bike. Bi têkoşîna yekbûyî em dikarin wekhevî, azadî, edaleta civakî, bextewarî, aramî û aştiyê bînin. Dîroka gelên din ên azad û serbilind ev yek fêrî me kir!” 

Azadeh Omîd di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan li welatên din û wiha got: “Divê em ji xwişkên me yên li Îranê ku tevî îşkence, girtin, destavêtin, darvekirin û gelek zext û zordariyan li dijî rejîma Îranê serî hildan, ji xwişkên Mîrabel ên ku bi xwîna xwe li dijî dîktatoriyê têkoşiyan, ji şervanên jin ên li Kobanê mil bi mil bi xwişkên re têkoşîn dan, ji dayikên bi êş ên Filistînî, ji jinên kuli hemberî zextên rejîma Erdogan berxwedanê ji dest nedan, ji xwişkên xwe yên Hindî yên li daristanên navîn ên Hindistanê têkoşîna çekdarî dan destpêkirin, ji dayikên Plaza de Mayo yên li Arjantînê, ji xwişkên xwe yê Emerîkaya Latîn, ji tevgerên ‘Black Lives Matter’ ê li Emerîkaya Bakur û ya herî girîng jî ji jiyana mamosteya me ya herî mezin Mîna em fêr bibin.”

Çalakiya ku bi xwendina jînenîgariya gelek şervanên jin û jinên qehreman ên cîhanê dewam kir, bi konsera mûzîkê ya ku tê de xwendekarên RAWA bi strana “Khorshid Azadi” gotin, bi dawî bû.