39 Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de serbest hatin berdan

Piştî peymana pevguhertina girtiyan a di navbera Îsraîl û Hamasê de 39 Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de hatibûn girtin, hatin berdan. Piştî ku serbest hatin berdab ji aliyê bi sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin.

Navenda Nûçeyan – Piştî pirsgirêkên di qonaxa duyemîn a peymana pevguhertina girtiyan a di navbera Îsraîl û Hemasê de hatin jiyîn, 39 Filistîniyên ku di girtîgehên Îsraîlê de girtîbûn, piştî ku Hamasê 13 rehîneyên Îsraîlî û 7 rehîneyên biyanî radestî Xaça Sor kirin, hatin berdan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Heyeta Girtî û Azadkirî ya girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku 39 Filistîniyên li Girtîgeha Oferê bi otobusa Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ber bi bajarê Bîreh û Qudisê yê Şerîeya Rojava ve derketine rê. Filistîniyên ku bi wesayîda Xaça Sor gihîştin bajarokê Bîreh êa Şerîeya Rojava ji aliyê bi sedan kesî ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Di nûçeya ku ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê weşand de hat diyarkirin ku Îsraîlê 33 jê zarok 6 jê jin 39 Filistînî serbest berdan.

Peymana pevguhertina rehîneyan dê berdewam bike

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Qeterê da hat ragihandin ku peymana pevguhertina rehîneyan a di navbera Îsraîl û Hamasê da hat kirin dê berdewam bike û wiha hat gotin: "Astengiyên li pêşiya pêkanîna peymanê hatin rakirin."  Ji aliyê din ve Hamasê ragihand ku aliyên Misir û Qeterê pabendbûna Îsraîlê bi hemû şert û mercên rêkeftinê piştrast kirine.

13 Îsraîlî û 7 welatiyên biyanî teslîmî wan hatin kirin

Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Izzeddin El-Kassam ragihand ku di çarçoveya rawestandina mirovî ya agirbestê de 13 dîl û 7 welatiyên biyanî radestî Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî hatine kirin. Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu de hat ragihandin ku 13 Îsraîlî û 7 kesên biyanî gihîştine Îsraîlê. Di 24'ê Mijdarê de, di roja yekem a rêkeftina navbera Hemas û Îsraîlê de der barê rawestandina mirovî ya 4 rojan de, 39 dîlên Filistînî li beramberî 13 dîlên Îsraîlê hatin berdan.

Lîsteya kesên ku ji Xezayê bên berdan hat eşkerekirin

Ji aliyê din ve Îsraîlê ragihand ku navên di koma sêyem de ji girtiyên Îsraîlî ku li bendê ye îro ji Zîvala Xezayê werin azadkirin, girtine. Li gorî rojnameya Yediot Ahronot a Îsraîlê, Ofîsa Serokwezîr Benyamin Netanyahu lîsteya girtiyên Îsraîlî yên ku dê îro bên berdan, girtin. Hat ragihandin ku malbatên kesên navê wan di lîsteyê de hatine agahdarkirin û hêzên ewlehiyê lîste lêkolîn kirine.

50 Îsraîlî û 150 Filistînî jî wê bên berdan

Peymana der barê 4 roj rawestandina pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê de 24'ê Mijdarê roja Înê saet di 07:00 de bi dema herêmî ket meriyetê. Di çarçoveya peymanê de 150 Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de li beramberî 50 girtiyên Îsraîlî yên di destên Hamasê de ne, wê bên berdan. Heta niha 26 jin û zarokên Îsraîlî yên ji Zîvala Xezayê ya dorpêçkirî û 78 jin û zarokên filistînî yên ku di girtîgehên Îsraîlê de girtî ne, hatine azadkirin.