Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 761’emîn de ye
Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 761’emîn de ye, malbata Şenyaşar wiha pirs kir: “Em amade ne ku dersa adeletê bidin?”
Riha - Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît ê di êrîşê de birîndar bûbû, di roja xwe ya 761’emîn de ye.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wêneyê ku bi Fadil Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî rizgar bûbû û hatibû girtin re li girtîgehê kişandine parve kir û wiha got: “Dema dil di eynê rêkê dimeş dibe yek. Pêwîst e rêyek ku em bi hevdû re bimeşin bigrin. Ev rêk jî bila bibe rêka adaletê. Em amade ne ku bi hevdû re dersa adaletê bidin? Di roja 761’emîn de tekoşîna me didome.”