Fahriye Ceylan a ku 30 sal in girtî dîsa nehat berdan!
Fahriye Ceylan a li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê 30 sal in girtî ye wekî gelek girtiyan înfaza wê jî bi heman hincetan hat şewitandin.
Navenda Nûçeyan- Li girtîgehên Tirkiyeyê, her roj berdana girtiyeke din tê paşvexistin. Fahriye Ceylan a li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê ku 30 sal in girtî ye, bi heman hincetan berdana wê ji bo sê mehan hat paşxistin.
Berê Lijneya Çavdêriyê ya Îdareya Girtîgehê ji bo Fahriye Ceylan a ku di sala 1993’yan de hatiye girtin, gotibû ku “ji ber ku bi awayê semîmî negotiye ji rêxistinê veqetiyaye, cezayên dîsîplînê girtiye û poşman nebûye” biryara rewşa baş nedabû û înfaza wê hatibû şewitandin.
Îtiraza ku li dijî biryarê hatibû kirin jî hat redkirin. Fahriye Ceylan ku bû du car sê meh cezayê wê tê zêdekirin û nayê berdan, li bendê ye ku sê meh paşê were berdan.