Li Urmiyê li du dibistanan gelek xwendekar bi jehrê ketin

Li Urmiyê di du dibîstanên amedeyî yên xwedekarên keçan de gelek xwendekar ji gaza kîmyewî bi jehrê ketin, di nava xwendekarên ku rakirine nexweşxaneyê de yên ku rewşa wan giran e hene.

Navenda Nûçeyan – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwendekarên keç li dibistanan, ji aliyê rejîma Komara Îslamê ya Îranê ve rastî êrîşan tên.

Li dibistanên amedeyî yên li Nasirî û Abizera yên girêdayî Urmiyê îro bûyerên jehrîketinê qewimîn. Gelek xwendekarên ku bi jehrê ketin rakirin nexweşxaneyê û hat zanîn ku rewşa hinek xwendekaran giran e.

Berpirsên bûyerên jehrîkirinê hikumeta Îranê ye û bi vê yekê dixwaze serhildana ku ji 7 mehan zêdetir e didome bitepisîne. Hikumeta ku ji bo nûçeyên jehrîketinê belav nebin zextê li malbatan dike, gefê li xebatkarên dibîstan û nexweşxaneyan jî dixwe.