Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 31’emîn de ye

Emîne Şenyaşar di 31'emîn roja nobeta edaletê ya li ber Meclisê de bi dovîza destê xwe edalet xwest.

Enqere- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parazvan û xizmên parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin û kurekî wê jî hatiye girtin, di roja 31'emîn de li Meclisê berdewam kir.

 

Emîne Şenyaşar bi dovîza destê xwe tahliyeya kurê xwe Fadil xwest.