Xizmên Windayan carek din daxwaza edaletê kirin

Xizmên Windayan û parêzvanên mafan di çalakiya xwe ya hefteya 815’an de ji bo kesên malbata Işik û Serîn ku beriya 30 salan hatin binçavkirin û êdî tu xeberek jê nehatin girtin daxwaza edaletê kirin.

Amed – Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û malbatên windakiriyan di hefteya 815’emîn a çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de careke din hatin ba hev.

Girseya ku li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluya Rezana Amedê hatin ba hev, aqûbeta Alî Işik yê hatî qetilkirin û 7 kesên ku di sala 1994’an de dibin çavan de hatin windakirin pirsîn. Çîrok ji aliyê Endama Komîsyona Windyan ya ÎHD’ê Berfîn Elçîn ve hate xwendin.

Bi awayê hatî qetilkirin hate dîtin

Berfîn Elçîn bi bîrxist ku leşkeran li ser mezreya Mirik de girtin û divê serdegirtinê de leşkeran mal, bax û baxçeyên welatiyan bombardûman kirin û di serdegirtinan de di navde zarokek 3 salî heyî bi giştî 7 kes hatin binçavan. Berfîn Elçîn da zanîn ku cenazeyê Alî Îşik piştî ku tiştên bi serê malbatî wî hatî bihîst çû mezrayê gotin li aliyê binî yê Qerqola Jendermeyan ya Gokçene û wiha axaftina xwe dom kir:

“Mezraya Mirik hertim rastî zextên lekşeran dihat. Tevî hemû zextan malbata Işik û Serîn, li mezra jiyana xwe berdewam kirin. Roja bûyerê leşkerên girêdayî Komutantiya Tugay ya Komandoya Çiya ya dibin komutayaya Bolu ya Tuggeneral Yavuz Erturk de cardin li ser mezarê de girtin, mal, bax û baxçeyên li mezrayê hatin bombarûman kirin û şewitandin. Leşkeran piştre ji herdû malbatan Hidir Işik, Hatun Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Duzalî Serîn, Gulîzar Serîn û zaroka wan ya sê salî Dîlek Serîn xistin binçavan. Ji van kesan êdî tu xeberek nehate girtin. Cenazeyê Alî Işik ku piştre xebera wî ji tiştên hatî serê malbata wî çêbûyî û çuyî mezrayê di 8’ê cotmeha 1994’an de bi awayk tazî û hatî perçiqandin ji derveyî gund li aliyên binî ya Qerqola Jendermeyan ya Gokçek hate dîtin.”

Hewldanên malbatan bê encam man

Berfîn Elçî destnîşan kir ku di çarçoveya lêpirsîna dozgerê Komarê de li cihê bûyerê lêkolîn jî nehate kirin û wiha got: “Malbatê hewldana her cûrê zagonî kir. Lê belê Qereqola Jenderme ya Gokçek bersîva ku ‘me jî ew nedîtine’ didin. Dozgerê Komarê di çarçoevay lêpirsînê de li cihê bûyerê lêkolîn jî nekir. Malbatan bi daxwaza lêkolîn û lêpirsînê serlî li meclîsê dan. Bersîva hatî dayîn ‘Rêxistina ku windahiyên giran dayî, hemû kesên herdû malbatan rehîne girtin û birin yan jî bi fikra ku gilî kirine li gel xwe birine’ bû. Ji 7 ferdên malbata Işik û Serîn ji wî dîrokê heta niha xeber nayê girtin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.