Nobeta Edaletê di roja 751’emîn de ye

Malbata Şenyaşar di roja 751’emîn a Nobeta Edaletê de got: “Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were. Kesên bûne sedemê bêedaletiyê wê winda bikin…”

Riha – Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 751’an de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta xwe ya Edaletê kir. 

‘Wê winda bikin’

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Gelê Rihayê wê di 14’ê Gulanê de li mîrate û misyona Hz. Îbrahîm ê li dijî Nemrûdan serî rakir derkeve! Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were. Kesên bûne sedemê bêedaletiyê wê winda bikin…”