Li Îranê Serhildana gel bê navber didome

Şoreşa "Jin Jiyan Azadî" ya ku bi qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê dewletê ve dest pê kir, bi şêweyên cuda berdewam dike. Gelê Îranê diyar dike ku heta azadiyê ew ê li kolanan bin.

Navenda Nûçeyan- Serhildana jin û mêrên azadîxwaz a li dijî hikûmeta Îranê zêdetirî 7 mehan e berdewam dike. Şeva borî jî gelên azadîxwaz ên li bajarên cuda teqez kirin ku divê ev şoreş heta bigihîje armancên xwe yên dawî berdewam bike.

‘Heta azadiyê serhildan’

Li gorî dîmenên hatine belavkirin, li bajarên Kerman, Tahran, Sarî, Gîlan, Dehloran, Karaj û hin bajarên din gel li kolanan bûn. Ji bo hilweşandina rejîmê û pêkhatina armancên xwe bi berzkirina dirûşman, şewitandina pankartên hikûmetê, wêneyên Hamaney, Humeynî û Qasim Silemanî çalakiyên xwe didomîne. Her wiha şewitandina alên Besîc û Îranê û belavkirina grafîtî û belavokan bang tê kirin ku li dijî Komara Îslamî xwepêşandanên berfirehtir werin lidarxistin û heta azadiyê dev ji qada têkoşînê bernedin.

Hinek jin jî bi cil û bergên bijarte derketin kolanan û bersiveke tund nîşanî gotinên gefxwarinê yên Elî Hamaney û Ehmed Riza Radan dan.