Nobeta Edaletê di roja 727’an de ye

Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 727’an de Şenyaşaran bal kişandin li ser erdhej û lêhiyê û peyama: ‘Gelek tiştên divê bên lêpirsîn hene. Heta ku li gorî zanîst, edalet, exlaq û hiqûqê tevnegerin, nikare pêşî li karesatan bê girtin.” da.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 727’an de berdewam dike.

Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomînin. Li ser hesabê xweya medyaya dijîtalê ev parvekirin kir: “Li paytextê turîzmê yê cîhana Îslamê yê 2023’yan tiştên di dîroka wê de qet neqewimîne derketin holê. Erdhej, lehî, gijlok, ronahiyên ecêb hemû li ser hev hatin. Gelek tiştên divê bên lêpirsinkirin hene. Heta ku li gorî zanîst, edalet, exlaq û hiqûqê tevnegerin, nikare pêşî li karesatan bê girtin.”