Jinên ku agirê Newrozê bi berxwedanê gur kirin-1
Newroza ku li gelek bajarên Kurdistanê bi pêşengiya jinan veguherî serhildanan, bi derbaskirina sînoran re jî bi berxwedana jinan re wateyên nû qezenc kir.
Navenda Nûçeyan- 21’ê Adarê Cejna Newrozê ji bo Kurdan dîroka serhildana li dijî zilm, kedxwarî û zilmê ye. Li Kurdistanê ji salên 1990’î û vir ve ku li dijî hemû qedexeyan dîwarên tirsê hatin hilweşandin, pêxistina agirê Newrozê berdewam dike. Newroza ku li gelek bajarên Kurdistanê bi pêşengiya jinan veguherî serhildanan, bi çalakiyên Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Bedriye Taş (Ronahî), Nilgûn Yildirim (Bêrîvan), Sema Yuce û Elefterîa Fortulakî jî wateyên nû qezenc dike. Jinên ku bi peyama "Dê Newroz were pîrozkirin, ger bi lastîkan nebe jî em ê bi canê xwe pîroz bikin!” li dijî qedexe û zilmê bedena xwe dan ber agir, di riya azadiyê de mîrasek mezin hiştn.
Yek ji jinên ku mîrate hişt Zekiye Alkan e. Zekiye Alkan a di sala 1970’an de li Kelkîtliya Gumuşhaneyê hat dinyayê, Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê qezenc dike. Dema zanîngehê dixwend têkoşîna gelê Kurd bala wê kişand. Zekiye Alkan a beriya ku çalakiya xwe pêk bîne di Newroza sala pêş wê de dema bi hevalên xwe re li Parka Trafîkê rûniştîbû, pereyê di berîka xwe de derdixe û dişewitîne. Ji kesên ku jê re dibêjin ‘tu çi dikî’ re dibêje ‘Ez Newrozê pîroz dikim.’
'Zekiye Alkan li sûrên Amedê bedena xwe dide ber agir’
Zekiye Alkan a ku li hemberî zilma li dijî serhildanên ku bi definkirina 13 endamên PKK'ê ji aliyê jinan ve li Nisêbînê dest pê kiribû, nikaribû bêdeng bimîne, di 21'ê Adara 1990'an de bi cilên xwe yên rêş diçe ser sûrên dîrokî yên Amedê û bedena xwe dide ber agir. Zekiye Alkan weke “jina ku Newrozê bi pêxistina agirê bedena xwe pîroz dike” dibe lehenga gelê Kurd.
‘Sembola ku azadî bi hêsanî nayê bidestxistin e’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya Zekiye wiha dinirxîne: “Çalakiya Zekiye Alkan a ku bi agirê azadiyê yê bilind dibe di Newrozê de bedena xwe da ber agir bû sembola ku azadî bi hêsanî nayê bidestxistin.” Di nirxandinên Abdullah Ocalan de ev gotin hene:
“Ev rastiyek girîng e ku jinên Kurdistanê hişyar bûn, dema xwe rêxistin kirin û qat bi qat azad bûn wê demê Kurdistan jî hişyar, zindî, azad dibe û dibe cihekî ku mirov bikare lê bijî. Şahadeta Zekiye Alkan a Amedê bi şahadeta Mazlum re têkildare. Mazlum çawa li hemberî teslîmyeta li zindanê çalakiyek mezin bû, bi şehadeta xwe bû serkeftinek, Zekiye Alkan jî bû berxwedana li hemberî bêçarehiştin û tirsandina gelê Kurd û Kurdistanê.”
Binevş navê xwe ji destana Kurd girt, bi xwe bû destan
Jina din a berxwedêr Binevş Agal (Bêrîvan) e ku navê xwe ji destana Kurdan a "Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn" girt. Di sala 1966’an de li Navçeya Beşîrî ya Êlihê ji dayik bûye. Binevş Agal (Bêrîvan) ku keça malbateke Êzidî ye, di sala 1980'an de piştî derbeya 12'ê Îlonê tevî malbata xwe koçî Ewropayê kir. Li Ewrupayê di Nîsana 1984'an de nêzî 40 kes ji bo zextên cuntaya 12'ê Îlonê yên li Kurdistanê bidin bihîstin û bi armanca protesto kirina qetilkirina Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn ku di 2'yê Gulana 1983'an de li çiyayên Kurdistanê bi komployekê hatin qetilkirin, meşeke mehek didome hat li dar xistin. Binevş Agal wek yekane çalakvana jin beşdarî meşa ku nêzî 300 kîlometreyî didome dibe.
Di jinên Êzidî de bandorek mezin ava dike
Di pêvajoyek ku jinên Êzidî ji mal dernakevin de, tevlibûna Binevşê ya şoreşê di nava civakê de şaşwaziyek ava kir. Binevş ku ji malbata xwe re nîşeya "Min mereq nekin ez di nava refên PKK'ê de me" hişt berê xwe da çiyayan. Binevş Agal a tevlî 3'emîn kongra PKK'ê ya di sala 1986'an de li Geliyê Bekaa yê hat pêkanîn bû. Demekê li Geliyê Bekaa yê ligel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde dît û piştre derbasî bakurê Kurdistanê bû. Piştî gelek xebatên li vir da meşandin derbasî herêma Botanê bû.
Li Cizîrê yekem car gerîlayek jin pêşengiya gel dike
Binevş Angal a li Cizîrê xebatên rêxistinkirinê dida meşandin, gelek hat hezkirin û her kesê rêz nîşanî wê dida. Binevş Angal a li Botanê girîngî da birêxistinbûna jinan, mal bi mal, tax bi tax digere û bi taybetî digihijê jinan. Gel cara yekem bû dibûn şahid ku gerîlayek jin wan rêxistin dike û pêşengiyê ji wan re dike. Jinên Botanê bi Binevş Agal re dest bi baweriya xwe û hêza jinê kirin. Binevş Agal êdî bûye hêviya jinan.
Li Cizîrê malbatan navê Bêrîvan li zarokên xwe yên keç kirin
Binevş Agal a li Cizîrê 16'ê çileya 1989'an di encama îxbarekê de mala ku lê dima hat tesbîtkirin, dema operasyon hat pêk anîn teslîm nebû, heta guleya xwe ya dawî şer kir û jiyana xwe ji dest da. Êdî dema tê gotin Cizîr Bêrîvan tê hişê mirov. Piştî Bêrîvanê jiyana xwe ji dest da, her malbata ku zarokên wan ên keç çêdibûn navê wan kirin Bêrîvan. Bêrîvan ku sembola berxwedanê bû, serhildana Newrozê ya Cizîrê bi rêxistin kir û jinên ku bi kedek mezin birêxistin kir piştî ku jiyana xwe ji dest da, di Newrozê de li kolanan bûn pêşengên berxwedanê. Jinên ku Binevş wan bi rêxistin kiribû li hemberî panzeran sekinîn.
‘Çawa li çiyayan hat li gel jî hat’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandinek têkildarê Binevş Agal a ku li ser wê helbest û stran hat nivîsandin de, wiha dibêje: “Çawa li çiyayan hat li gel jî hat. Bi gelê Cizîrê xwe da hezkirin. Em dikarin bibêjin di hişyarbûna gelê Cizîrê de bandorek wê ya mezin hebû. Keçek me ya wiha bû ku bi xwebûnê tevli perwerdeyê bû. Zêde xwendina wê tunebû, li gundekî mezin bûbû bi samîmiyet û xwebûna xwe li me guhdarî kir û fêm kir. Gotinek me bi me neda dubarekirin û gelek tişt dixistin pratîkê."
Rahşan Demîrel hê pitîk bû malbata wê koçî Îzmîrê dike
Yek ji jinên ku bi berxwedana xwe bandorek mezin avakir Rahşan Demîrel e. Di 15'ê Tebaxa 1975'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayik bû. Ji ber zextên dewletê malbata Rahşan Demîrel jî weke gelek malbatên din ên Kurd neçar ma koçî Îzmîrê bike. Dema Rahşan 1 salî bû malbata wê koçî Îzmîrê bûn. Dayika Rahşanê ji bo debara malbatê di fabrîkayê de dest bi kar kir. Dema ji Rahşanê cil dihatin kirîn diviya bû rengên kesk, sor û zer di nav de habaya. Rojekê dema bi rengan diçe dibistanê mamostayê wê zileyekê lê dixe. Rahşanê jî bi heman şêweyî bersiv da û ev rewş ne pejirand.
Di temenê zarokatiyê de zilma dewletê ferq dike
Rahşan Demîrel a ku ji Nisêbînê pir hez dikir timî caran bi malbata xwe re diçû wir. Rahşan Demîrel ku di temenê zarokatiyê de zilma dewlet ferq kir, helwestên leşkeran ên li hemberî gelê Nisêbînê qebûl nake.
‘Kurdan dikujîn çima em nikarin tiştekî kirin dayê?’
Serhildana Nisêbînê ya di sala 1990’î de dest pê kir pêl bi pêl belav dibû û gihîştibû Kadefîkaleya Îzmîrê jî. Welatiyên Kurd ên li Kadîfekaleyê wê wekî jina ciwan a bi kevirê di destên xwe de li refên pêş şer dike nas kirin. Rahşan di her firsendê de ji dayika xwe re digot;“ Ez dixwezim biçim çiya, li Cizîrê gelê me tê qetilkirin çima em tiştekî nakin dayê?”
Hevalek wê helwesta Rahşan Demîrel a ya di çalakiyê de wiha vêdibejê: “Rojekê di çalakiyê de êrîşî polîsekî ku ji me re çêr dikir kir. Polîsan bi porê wê re girtin û lêxistin. Rahşanê dikir qêr; ‘rojek dê were û hûnê li pêşberî dîrokê hesab bidin.’ Me bi zorê ew ji destê polîsan rizgar kir. Xwîn ji dev û pozê wê dihat lê ew dikeniya. Digot; ‘Min ji bo welatê xwe xwîn rijand.’ Min wê demê fam ne kir ku dixwest çi bêje û min pirs kir tu başî. Wê got pir başe.”
‘Li Kadîfekaleyê bedana xwe dide ber agir’
Rahşan Demîrel ji serhilana Cizîrê ya di sala 1992'yan de pir bandor dibe. Rahşan Demîrel di 22'ê Adara 1992'an de di saetên serê sibê de ji televîzyonên fêrbû ku pîrozbahiyên Newrozê hatine qedexekirin, roja piştî wê ango di 22’ê Adara 1992’yan de serê sibê zu rabû û derket Kadîfekaleyê û bedena xwe da ber agir. Rahşan Demîrel a ku dema bedana xwe da ber agîr 17 salî bû, beriya ji malê derbikeve li ser parçeyek qartonê wiha nivîsandibû: “Ez li Kadîfekaleyê xwe dikim Newroz. Divê ez bersiva Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê bidim. Xwedî li min derkevin. Ez bang li Îsmet Sezgîn dikim dê Newroz were pîrozkirin… Ger bi lastîkan nebe jî em ê bi canê xwe pîroz bikin!”
Rahşan Demîel bi parçeyek qartonê ku hişt re, bersiva gotinên Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Îsmet Sezgîn ku gotibû: “Îsal Newroz nayê pîrozkirin. Ger yek pîroz bike a pêwîst dê bê kirin” da.
‘Tiliyên herdu destên wê nîşaneyên serkeftinê rakiribûn’
Dayika Rahşan Demîrel Emînê Demîrel diyar kir ku sibeha 22’ê Adarê keça wê Nalan hatiye li gel wê û wiha gotiye, “Dayê Rahşan nîn e, çûye” û wiha dibejê: “Dibe ku agahiya Nalanê ji her tiştî hebû. Min got ‘çi bû tu çima digirî’. Wê jî got ‘Rahşan ji malê reviyaye.’ Ez beziyam û li hemû odeyan geriyam lê Rahşan tunebû. Di wê demê de min qartona ku nîşe li ser nivîsî bû dît. Keça min a mezin hat min jê re got bixwîne wê jî xwend. Me ew qarrtona peyam nivisî girt gel xwe û em çûn Kadîfekaleyê. Lê em nikarin bifikirin ku mirovek xwe bişewitîne. Piştî me şoqa li ser xwe avêt me li derdora xwe mêze kir. Me dît ku gelê me yê welatparêz ê Kadîfekaleyê bi alên xwe yên kesk, sor û zer li dora me kom bûne. Hemû kes pê hesiyabûn û berê xwe dabûn Kadîfekaleyê. Herî dawî agahiya me jê çêbû. Polîsan derdora Kadîfekaleyê dorpêç kiribûn. Em bi zorê ketin hundir. Poşetek me yê nan hebû min ew li wir dît. Min got ‘ew keça min e min berdin.’ Polîsan got tu ji ku dizanî, min jî nîşaya Rahşanê ji me re hiştibû nîşanî wan da. Piştre ez çû ser serê Rahşanê. Laşê wê şewitîbû û tiliyên herdu destên wê nîşaneyên serkeftinê rakiribûn.”
‘Keça min evîndara axa xwe bû’
Emîne Demîrel got ku çokên wê şikestine li erdê ketiye li binê darekê rûniştiye, wiha berdewam dike: “Piştî demek kin min biryar da; ‘ger keça min biryarek wiha dabe, xwe ji bo gelê xwe feda kir a dikeve ser milên ew e ku em xwedî li bîranînên wê derbikevin.’ Ez çûm gel keça xwe. Min dirûşma xwe ya destpêkê avêt. Hemû cîhan bi çalakiya Rahşanê hesiyabû. Polîsan nedixwest agahî bidin tu kesî û veşêrin. Polîsan ji bo otopsiyê xwestin Rahşanê bibin. Dixwestin bibin nexweşxaneyê. Min keça xwe neda. Min got; ‘Ger hun wê bibin ez ê jî xwe bişewitînim.’ Piştre me bi gelê me yê welatparêz re cenazeyê Rahşan ji wir rakir. Me bir mizgefta Kadîfekaleyê. Piştre me anî Nisêbînê. Keça min evîndara axa dayik xwe bû.”
‘Şert û mercên ketî û biçûkxistinê çalakiya meşaleyê derxist holê’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di beşeke nirxandinên têkildarî çalakiya Rahşan Demîrel de wiha dibêje: “Şert û mercên xirab ên ku gelê me yê li wir dijiyan, dema nêrîna jiyana azad bi jiyana binketî re li hev ne dikir, bi berxwedan û balkêşiya Newrozê çalakiyek wê ya wiha derdikeve holê.”
Sibe: Jinên ku agirê Newrozê bi berxwedanê gur kirin (Bedrîye Taş (Ronahî), Nîlgûn Yildirim (Bêrîvan), Binevş Agal (Bêrîvan), Sema Yuce, Elefteria Fortulaki.