Nobeta Edaletê di roja 671’emîn de ye: Bila zilm bi dawî bibe

Malbata Şenyaşar di roja 671’emîn a çalakiya Nobeda Edaletê, carek din banga edaletê kir û wiha got: “Bila edalet were, zilm bi dawî bibe.”

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 671’emîn de didome. Malbatê, ji ber ku dawiya heftê ye û edliye girtî ye li mala xwe ya Pirsûsê nobeta xwe domand.

'Bila edalet were, zilm bi dawî bibe’

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Dewleta bêedalet dişibe avahiyeke rizî. Dayikek ji bo ku avahiya rizî yê li Rihayê nûnertiya edaletê dike xurtir bike, têdikoşe. Bila êdî edalet pêk bê. Bila zilm bi dawî bibe.”