‘Divê em jin xwedî li keda Sakîne Cansiz û hevalên wê derbikevin’

Jinên Başûrê Kurdistanê der barê komkujiya Parîsê de helwesta xwe diyar kirin û dan zanîn ku divê hemû jin têkoşîna jinên pêşeng heta azadiya jinan berdewam bikin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Beriya 10 salan di 9’ê Çileya 2013’an de di komkujiya li Parîsa paytexta Fransayê de sê jinên pêşeng Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi plana dewleta Tirk hatin qetilkirin. Dewleta Tirk her dem bi qetilkirina jinên pêşeng tê nasîn û careke din piştî 10 salan, di 23’ê Kanûna 2022’an de komkujiya duyemîn li Parîsê pêk anî yek ji pêşenga tevegera azadiya jinan Emîne Kara kir hedef.

Armanca dewleta Tirk her dem dagirkirin û qirkirina gelê Kurd e, ji ber wê jî jinên pêşeng dike armanc. Ji ber jinên pêşeng sedsala 21’ê kirin sedsala têkoşîna jinan, li her cihê ku jinek têkoşer lê hebe, sîstema desthilatdar û mêrsalar ji bo bide sekinanadin hewl dide qetil bike. Ji ber wê komkujiya piştî 10 salan careke din dubare kir.

Der barê komkujiya Parîsê de, jinên Başûrê Kurdistanê helwest nîşan dan û diyar kirin ku ev komkujî ji bo têkoşîna jinan nabe asteng.

‘Dewleta Tirk ji jinan ditirse’

Mamoste û Çalakvana jinan Şine Elî helwesta xwe ya li hemberî komkujiya Parîsê anî ziman û got: “Di ser komkujiya Parîsê de 10 sal derbas bûn, komkujiyek din dubare li heman cihî pêk hat û jineke pêşeng kirin hedef. Lê belê ev hewldan ji bo xebatên jinan nabin asteng. Peyama hemû jinên pêşeng gihîştiye cihê xwe, niha ne tenê li Başûrê Kurdistan li hemû cîhanê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tê bilindkirin. Erka me hemû jinan e em xebatên jinên pêşeng ji bo pêşxistina jinan berdewam bikin. Dewleta Tirk a dagirker ji jinên têkoşer ditirse û dixwaze bi riya qetilkirina wan vê têkoşînê bide sekinandin lê belê berovajî vê bi qetilkirina jinên pêşeng hêrsa jinan a ji bo têkoşînê zêdetir dibe. Di her civaka ku jin jê re pêşengiyê bikin, civakek hişyar derdikeve. Ji ber wê her dem astengiya li pêşiya jinan derdixin.”

‘Hemû jinên pêşeng xwedî têkoşînek dîrokî ne’

Çalakvana jinan Rûxweş Ehmed diyar kir ku jin dayik û pêşeng in, bi jinên pêşeng û rewşenbîr hemû civak dibe xwedî nêrîneke rewşenbîrî. Ji ber wê her dem dagirker û desthilatdar ji jinên rewşenbîr ditirsin, her dem dixwazin jinan bêdeng bikin û dagir bikin, ji bo jin civakê hişyar nekin rê li ber têkoşîna wan digrin û wiha got: “Hemû jinên pêşeng xwedî têkoşînek dîrokî ne. Ji bo ku jinan bigihîjîn azadiyê û civak bigihîje asta hişyariyê, jiyana xwe bexş dikin. Ji ber vê yekê dijmin jinên têkoşer û pêşeng dike hedef. Jin jiyan e ji ber wê divê em hewl bidin di vê jiyanê de azadiyê bi dest bixin û ji bo wê têbikoşin û hewl bidin xebata Sakîne Cansiz berdewam bikin.”