Nobeta Edaletê di roja 658’an de ye

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja xwe ya 658’an de li ber deriyê edliya Rihayê di bin baranê de berdewam kir.

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja xwe ya 658’an de berdewam dike. 

Malbata Şenyaşar li beramberî barîna baranê çalakiya xwe ya nobeta Edaletê nesekinandin. Hat ragihandin ku Emîne Şenyaşar, beriya ku biçe cihê çalakiya nobetê çûye nexweşxaneyê û bijîjkan jê re gotiye divê demildest were emeliyatkirin.

Ferît Şenyaşar, destnîşan kir ku heta edalet pêk neyê wê ji ber edliyeyê neçin û bal kişand ser axaftina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a li Rêxistina Hevkariya Îslamê û wiha got: “Di dema dawî de di axaftina xwe ya konferansa darazê ya dewletên îslamî de dewleta ku edaleta wê neyî şibandiye avahiyeke riziyayî. Bê edaletiya niha em dijîn her kes dizan e. Heta ku bê edaletî ji holê neyê rakirin, gotina edaletê ji cîhanê û dewletên îslamî re nayê gotin.”

 ‘Dayik bi biryardarî nobetê didomîne’

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de ev peyam parve kir: “Ew deweleta ku edlat lê eyê diçe ser binayek xira ve. Ji ber li tirkiye teraziya edaletê xira bûye; Li #Urfa ev 658 roje dayikek li beramberî pirsgirêkên tendîrûstî û şert û mercên hewayê nobeta xwe bi biryardarî di domîne. ji dewletê Edaletê dixaze.”