Xwendekarên beşa hunerê ya zanîngeha Tahranê stran gotin

Xwendekarên zanîngeha Tahranê ya beşa bunerê bi wesîleya roja sedan a serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi kom di nava şorşê de stran gotin û piştgiriya xwe ya ji bo serhildanê carek din anîn ziman.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên ku li Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin di roja xwe ya 101’ê de domiya. Li rûxmê hemû zextan hikumeta Îranê daxwazên gel ên azadiyê nikare bitepisîne.

Li zanîngehên Îranê tevî hemû ewlehiya zêde û zextan jî ji destpêka serhildanên gel heta niha xwendekarên beşa hunerê ya zanîngeha Tahranê gelek stran gotin. Xwendekaran xwe weke koman sirûdên şoreşê’, ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Oath’, ‘Merşa Azadiyê’ û merşên sembolên şoreşa cîhanê gotin.

Xwendekaran diyar kirin ku bi vi awayî piştgirî didin serhildanê, vê carê jî bi boneya 100 rojiya serhildanê stranê gotin.