Nivîskara Şamî: Jin û ciwan bila di avakirina Sûriyeke nû de wêrek bin
Nivîskar Nûr Cendalî ku li paytexta Sûriyê Şamê konferansek lidar xist, destnîşan kir ku hêviya rastîn a guhertinê, di xortên hişyar û jinên wêrek ên tevkarî didin avakirina civakek hevdeng û bihêz de ye.
RAMA XELEF
Şam – Di nav gengeşiyên ku Sûriye dijî de, hewldanên ji bo aktîvkirina rola jinan û ciwanan a di avakirina paşeroja welat de, derdikevin holê. Di vê çarçoveyê de Seroka Şaxa Jinê ya Tevgera Nû ya Sûriyê Profesor Nûr El-Cendalî li ser ciwanan, hişmendiya siyasî û rêya guhertinê konferansek da.
Nûra Cendelî, Seroka Şaxa Jinê ya Tevgera Sûriyeya Nû û wêjevana xwedî bawernameya master a di perwerdehiya îslamî de ye, li ser kêşeyên avakirina Sûriyeke nû, di bin sernavê "Ciwan û hişyariya siyasî, riya guherînê” de nivîsî. û Nûra Cendelî bi navê “Avakirina Sûriyeya Nû" de konferansek taybet ji jinan pêşkêş kir. Armanca konferansê, hişyarkirina derbarê girîngiya rola jin û ciwanan a di rûbirûbûna bi wêrekî ya pirsgirêkê de bû.
‘Wêrek bin û di her qadê de cîh bigirin’
Nûra, diyar kir ku armanca sereke ya înîsiyatîfa wan ew e ku hişyariyê di nav ciwanan de belav bikin û bizavên wan bixin nav çalakiyên sivîl ên ku di avakirina Sûriyeya nû de beşdar bibin. Nûra bi rêya ajansa me peyama “Wêrek bin û di her qadê de cîh bigirin. Ji ber ku ji bo avakirina Sûriyeya nû pêwîstiya me bi hevgirtinê heye, ji ber ku paşeroj ya me hemûyan e” da. Nûra diyar kir ku projeya wê ya ku tê, nivîsandina pirtûkeke nû ye ku nêrîna wê ji bo Sûriyeya nû hildigire û balê dikşîne ser girîngiya perwerdeyê ya di krîzan de. Ev mijar dike mijarek ku berê di pirtûkeke xwe de balê kişandiye serê. Nûra da zanîn ku hêviya rastîn a guhertinê di ciwanên hişyar û jinên wêrek de ye ku di avakirina civakek hevdeng û bihêz de cîh digirin.
‘Daxwaza Sûriyeke nû ya bi azadî û wekhevî’
Di dawiya konferansê de jîngeheke guftûgoyê di navbera beşdaran de hat avakirin û nêrîn û pirsên xwe li ser çawaniya aktîvkirina rola jin û ciwanan a di bidestxistina guhertina tê xwestin de parve kirin. Di gotûbêjan de coşeke mezin û xwestekeke rasteqîn ji bo karkirina hevbeş a ji bo avakirina Sûriyeke nû li ser bingeha azadî, edalet û wekheviyê hat nîşandan.
Nûr El Cendalî ki ye?
Nûr El-Cendalî, nivîskara xwedî bawernameya masterê ya di perwerdehiya îslamî de ye. Lê ne tenê pêşengek jinan e, di heman demê de dengek wêrek e jî. Ew yek ji wan kesên yekem bû ku ji destpêka şoreşê ve tevlî xwepêşandanan bû û li ser nivîsandina pankartan kar kir. Her wiha çend pirtûk bi navekî nenas çap kirin, wek ‘Dorpêçkirina Humsê ya Kevin’, ‘El Waer’ û ‘Netirse’.