‘Divê rola jinê di destûra nû ya Sûriyê de hebe’

Rêvebera Desteya Jinan a Kantona Firatê ji bo jinên Sûriyê peyamek da û wiha got: “Divê jinên Sûriyê yekbûn û hevgirtina xwe ava bikin û di destûra nû ya Sûriyê de cîh bigirin.”

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanî – Di nav guhertin û pêvajoya hesas a ku Sûriye tê re derbas dibe de beşdarbûna jinan, ji bo qada siyasî û dubarekirina destûra Sûriyê ya nû, gavek gelek girîng e. Jin dê Sûriyê ber bi pêşerojek azad û demokratîk a ku tê de wekhevî û edalet peyda dibe ve bibe.

Aloziya Sûriyê 13 salan berdewam kir. Gel di van salan de bi rejîma Baasê re bi gelek zextan re rû bi rû hat. Tevî ku jinan di vê aloziyê de herî zêde berdêlên giranbuha dan û bûn qurbaniyên şer jî, edalet pêk nehat. Bi hilweşîna sîstema Sûriyê û rêveberiyê desteserkirina cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şamê re, jin bi metirsiyekê hê mezintir re rû bi rû ne û di nav fikaran de ne. Jinên ku bi salan e têdikoşiyan, ji qada siyasî tên dûrxistin û komên cîhadîst ên HTŞ ku ‘hikumeta demkî’ ava kirine nahêlin ku di avakirina Sûriya nû de rola wan hebe.

Rêvebera Desteya Jinan a bajarê Kobanî ya Kantona Firatê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Derwîş behsa girîngiya hebûna jinan a di nivîsandina destûra nû ya Sûriyê de kir. Cîhan Derwîş di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser girîngiya hebûna rola jinê ya di destûra nû ya Sûriyê de û wiha got: “Sîstema Sûriyê ku ev zêdeyî 50 sal in li ser tunekirina civakê bi rêya perçebûna wê kar dikir, her wiha di nava civakê de mezhebperestî û cudakariya nava pêkhateyan bipêş dixist. Me bi rêya şopandina xwe ya rewşa jinan di herêmên Sûriyê de xeteriyên mezin li ser nasname û kesayetên jinan hene. Ev yek jî nîşan dide ku jin wê di komkujiyan re derbas bibin. Wek komkujiyên ku DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne.”

‘Divê jin beşdarî destûra nû ya Sûriyê bibe’

Derbarê tevlîbûna jinan a li destûra nû ya Sûriyê de Cîhan Derwîş destnîşan kir ku Sûriye di qonaxek avakirin û nivîsandina destûra nû ya ji bo gel re derbas dibe. Cîhan Derwîş wiha berdewam kir: “Divê ev destûr mafê hemû pêkhate, mezheb û olên di Sûriyê de biparêze. Her wiha divê jin pêşengtiya nivîsandina vê destûrê bike, da ku parastina maf û hebûna xwe bike. Siyasetên ku niha dimeşînin rol û hebûna jinan a di nava xwe de qebûl nakin. Ji ber vê yekê girîng e ku jin di nivîsandina vê destûrê de cîh bigre. Destûra Sûriyê eger jin tê ne amade be, ewê bi feraseta baviksalarî bê amadekirin .”

‘Tecrubeyên Netewa Demokratîk esas bigirin’

Cîhan Derwîş qala tecrubeyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi destxistina maf û hebûna jinan a di civakê de jî kir û wiha axivî: “Di salên dirêj ên  şoreşê de jin di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bûn xwedî tekoşîn û berxwedanek mezin. Hebûn û rola xwe di civakê de nîşan dan. Destkeftiyên mezin bidest xistin û saziyên xwe ava kirin. Jin bi perwerde û rêxistina xwe gihîştin asta hevseroktiyê û civak birê ve birin. Civaka ku rola jinê tê de tune be, wekhevî û edalet jî nayê peydakirin. Tevlîbûna jinan a li qadên civakî, gelek girîng e. Ji ber ew nûnertiya civakek azad û demokratîk dikin. Divê hemû pêkhateyên Sûriyê projeya Netewa Demokratîk ji xwe re esas bigirin. Ji ber ku ev projeyek aştî û demokrasiyê temsîl dike û ji bo Sûriyeke azad û demokratîk ava bike, tevdigere.”

‘Yekbûna jinên Sûriyê divê bê avakirin’

Cîhan Derwîş di dawiya axaftina xwe de ji bo hemû jinên Sûriyê peyamek da û wiha got: “Divê jinên Sûriyê yekbûna xwe ava bikin da ku mafê xwe di Sûriya nû de biparêzin. Her wiha şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xwe re wek mînak bibînin û îradeya xwe di nîşandana rola xwe ya di destûra nû de nîşan bidin. Sûriye di guhartin û pêvajoyek hesas û girîng re derbas dibe.”