Nebûna avê jiyana koçberan zehmettir dike
Koçberên ku li dibistanên bajarê Til Temirê Kantona Cizîrê dijîn zehmetiyên ji ber tunebûna avê dikşînin anîn ziman û bi êrîşên dagirkeriya Tirk re çend sal in bê av dijîn.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Zehmetiyên niştecihên bajarê Til Temir û Hesekê yên Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê peydakirina ava vexwarinê de, ji dema êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Serêkaniyê û dagirkirina bajar û jêderên avê wekî stasyona Elok û çemê Xabûrê ve, destpê kirin. Zêdetirî nîv milyon kes ji Til Temir heta Hesekê bi niştecih û koçberan re zehmetiyên avê dikşînin.
Ava qirêj a ku bi hezaran mirov neçar in vexwin bûye sedema nexweşiyan. Av têra koçberan nake û barê wan girantir kiriye, dibe sedema gelek pirsgirêkên din. Li Til Temir û gundewarên wê zêdetirî 14 hezar malbat ango 72 hezar kes dijîn, ev yek di navbera koçber û niştecihan de hatiye dabeşkirin.
Navnîşanên koçberên Til Temirê dibistan in
Beşek ji dibistanan bûne stargehên koçberan, li şûna ku bibin cihê ronîkirina siberoja şagirtan. Ji ber bicihbûna koçberan a li dibistanan, beşek ji zarokên taxê nikarin bixwînin û beşa din jî diçin dibistanên din.
Koçberên li dibistanan dijîn jî zehmetiyên mezin ji ber avê dikşînin. Têkildarî vê mijarê koçberên ji gundê Erîşa yê Serêkaniya dagirkirî û gundewarên bajarê Zirganê, ji ajansa me re axivîn û daxwazên xwe anîn ziman.
Xewla Ebdilezîz a ji gundê Erîşa ji Cotmeha 2019’an ve, ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî bajarê Serêkaniyê dagirkirin, wekî bi hezaran kesên resen ên vê axê neçarî koçberiyê bûye, niha li dibistana Seyîf El-Dewlê dijî.
‘Jiyana me ya li dibistanê gelek zor e’
Xewla ji me re behsa pirsgirêkên avê kir û got: “Em li dibistanê dijîn, germahiyê em kuştin û bêzar kirin, wekî ku em di nava tenûrê de bin, gelek germ e. Ne cereyan ne jî heyranokek heye ku germahiya me sivik bike. Zarokên me ji ber ava kêm û germahiya zêde nexweş dikevin. Hêza me têrê nake ku wan bibin nexweşxane û ba bijîşkan.”
Şerê li dijî germahî û zehmetiyên jiyanê
Xewla Ebdilezîz da xuya kirin ku 9 kes di odeyekê de dijîn û wiha behsa zehmetiyên xwe yê jiyanê kir: “Bifikire 4 kur û 3 keçên min hene tevî ez û hevjînê xwe, em hemû di odeyeke dibistanê de dijîn. Hêza me têrê nake ku em malan kirê bikin û qerebalixa dibistanê jî pir zêde ye. Em di şevên tarî de radizên û ji germa re em nîvroyan ranazên û wiha li benda derbasbûna demijmêran in. Aboriya me têrê nake ku em enerjiya rojê bikirin û bikar bînin, ne jî em dikarin klîma bikirin. Ji lewre em bîdonên avê çewal dikin û li ber ba datînin, da ku piçek bicemide.”
Xewla Ebdilezîz a ku daxwazên wê ne dûrî daxwazên bi deh hezaran koçberan e, wiha behsa daxwazên xwe kir: “Çareseriya herî guncaw vegera mala me ye. Herî kêm em dizanin ku ew der axa me ye, em lê dijîn lê wekî din pêwist e aliyên pêwendîdar xizanên (bermîl) avê li dibistanên koçberan zêde bikin, em gelek avê xerc dikin.”
‘Divê dagirkeriya Tirk ji axa me derkeve’
Xewla Ebdilezîz a ku heta niha dagirkeriya Tirk li ser axa xwe qebûl nekiriye wiha dibêje: “Em ji rêwîtiya koçberiyê westiyan. Êdî divê dagirkeriya Tirk ji axa me derkeve. Şeş sal in em hê jî koçber in û dûrî mal û milkê xwe ne. Dibe ku em bimrin û hinek zarokên me mala xwe nas nakin. Ev trajedî dê heta kengê bidome? Ji kişandina ber avê ya ji qata duyem nexweşî di pişta min de derketiye.”
Rûniştina li dibistanê neçarî ye
Şêxa Mano ya ji gundewarên Zirganê, 4 sal in ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk neçarî koçberiyê bûye niha li heman dibistanê dijî, li ser rewşa dibistanê wiha dibêje: “Rûniştina li dibistanê neçarî ye ger êrîş nebûna em li vir di nava dibistanê de nediman. Tişta herî berbiçav ew e ku zarokên me ji ber ava ku em vedixwin û bi kar tînin nexweş dikevin.”
Şêxa Mano ji bo der barê pirsgirêka avê jî vê tîne ziman: “Av têra me nake, em ji bo vexwarinê, cilşûştinê û serşûştinê û her tiştî bikar tînin. Her sê rojan carekê xizan tê dagirtin, lê ew jî têra me nake. Em ji cem cîranên xwe yên ku xizanên wan mezin bin û hejmara zarokên wan hindik bin, avê tînin. Li malên me bîr hebûn û 24 saetan hebû, qut nedibû. Niha li vir av bi dilopan li ser me bi hesab e û carna em bi hesreta wê dilopa avê ne jî. Ferq heye, çawa ez li mala xwe bim ne wekî ku em malbatek ji 7 kesan û hemû xort in di odeyekê de rûniştî bin.”
Ji bo koçberan destpêkê ewlehî paşê jî starbûn
Şêxa Mano got ku ji bo koçberek meriv çi pêşkêş jî bike kêm dimîne, kêmasî tenê bi vegera malê tê dagirtin û wiha pêl da gotinên xwe: “Em vegerek bi ewle dixwazin, ewlehî nebe veger bêwate dibe û wê jiyana me her dem di nava tirsê de be. Ewqas pirsgirêkên ku em bi wan re rûbirû dimînin bi vegera malê di nava ewlehiyê de çareser dibin. Ewlehî pêşî tê, paşê mal.”
‘Em bi hebûna dagirkeran nikarin bijîn’
Şêxa Mano di dawiya axaftina xwe de wiha daxwaz kir: “Hebûna dewleta Tirk a dagirker li ser axa me ne mafekî rewa ye. Dagirkerên Tirk li ser sînorên Zirganê ne, guleyan davêjin li nava malan û li sivîlan dikevin. Ma mirov temînata ewlehiya xwe û zarokên xwe dikare li vir bide? Na, em bi hebûna dagirkeran nikarin bijîn û ne jî ewlehî heye, her dem tirs û mirin bi me re ye. Ji lewre divê ku dagirkeriya Tirk ne tenê ji axa me, ji giştî Sûriyeyê xwe derkeve. Ew li Sûriyeyê li çi digere? Kerem bikin, bila biçin Tirkiyeyê birêve bibin û li wir bi cih bibin, cihê wan li Sûriyeyê û di nava me de tune ye.”