Ji bo jinên Suweydayê civîna desteka derûnî
Komeleya Bihêzkirin û Hişyarîkirina Jinan li Suweydayê ji bo jinan civîna desteka derûnî lidar xist. Jinên ku zehmetiyên kişandine anîn ziman, gotin ku divê ji bo jinan perwerdeya xwe parastinê bê dayîn.

ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Komeleya Bihêzkirin û Hişyarîkirina Jinan, bi hevkariya Meclîsa Jinên Sûriyeyê, roja yekşemê 17’ê Tebaxê, serdana navenda bicihbûnê ya li bajarê Şehba ya girêdayî Suweyda kirin û li gel jinên ji gund û herêmên cûda yên Suweydayê ku rêgirî û ambargoya çeteyên cîhadîst ê HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El Şam) li ser didome, civiyan. Civîn vegeriya rûniştina diyaloga êşên kûr û hêviyên nûbûnê.
Hedef desteka derûnî û civakî ye
Armanca civînê pêşkêşkirina desteka psîkososyal ji bo jinên şahidiya tundiyê kirine, bi darê zorê hatine koçberkirin û pêkanîna qadek bi ewle ye ku bikarin bi azadî hestên xwe û ceribandinên xwe bînin ziman. Bi vî awayî civînê hedef kir ku jin kêmek jî be di nava şertên zor de aramî û hêzê bi dest bixin.
Di civînên de mijarên hesas ên wek tundî, tecawîz hatin destgirtin. Jinên ku ev ceribandinên bi êş jiyane çîrokên xwe parve kirin. Di civînê de hate îfadekirin ku wê bi baldarî parastina rumeta jinan bikin.
Civîn bi desteka hestî re sînordar nebû, hate diyarkirin ku jin di nava malbat û civakê de çavkaniya hêza raste û ne tenê hilgirên êşê ne, kirdeya berxwedanê ne. Beşdarvanan da zanîn ku sekna jinan tê wateya malbat li ser piyan bisekine.
Beşdarvanan da zanîn ku civîn qada parvekirina piştevanî û baran ava kiriye, bi vê sayê moral qezenc kiriye û hêza kolektîf hîs kirine.
‘Divê jin fêrî xweparastinê bibin’
Beşdarvanan diyarkirin ku divê jin fêrî xweparastinê bibin. Da zanîn ku bûyerên dawî yên Suweydayê, nîşan dide ku çek ji bo kesên ku nizane bikar bîne û parastina mal û zarokên xwe bikin dibe ku xeta yekem a parastinê be. Hinek jinan, ceribandinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku çek hilgirtine û parastina rûmeta xwe dikin bi bîrxistin, anîn ziman ku mînak îlhamê dide wan.
‘Jin dikarin car din rabin ser piyan’
Endama Komeleya Bihêzkirin û Hişyariya jinan Ghusîna Salah wiha got: “Bi zorê koçkirina jinan, derbarê êş û windahiyên jiyayî de me guhdarî çîrokên bi êş kir. Lê belê ya balkêş, moralên wan bilind bû. Me hêz û berxwedana wan hîs kir. Ev jî nîşanî me da ku jin piştî krîzan dikare car din rabe ser piyan û jiyana xwe rêve bibe.”
‘Em desteka derûnî didin jinan’
Berpirsa Navenda Koçber û Jinan û Mêhvanxaneya ‘Kemal Mesud’ Buthaîna Şelgin, destnîşan kir ku rola bingehîn a van navendan di demên zor yên jinan de dayîna desteka derûnî ye û got: “Tîma me hedef dike ku hîsa bawerî û ewlehiyê bide jinan, ji ber jin bingehê malbatê ye, aramiya wê di hemû malbatê de diteyise. Di heman demê de desteka derûnî ji bo jinan, ji bo pêşxistian kêrahtiyên jinan yê ji heqî gefan derbikeve û xwe biparêze gelek girîng e.”
‘Divê ji bo jinan perwerdeyên taybet werin dayîn’
Ji beşdarvanan Hala Diyab anî ziman ku nîvê şevê neçar maye di nava tirsê de ji mala xwe derbikeve, ew kêliya herî bi tirs a jiyana wê ye, lê belê bi demê re hêza xwe kom kiriye û moral daye zarokên xwe. Hala Diyab wiha got: “Divê tirs jinan teslîm negre, berevajî vegerîne berxwedanê.” Hala Diyab bal kişand ser girîngiya fêrbûna kêrhatiya parastina jinan. Îfade kir ku fêrbûna çekê ne şerm e, berevajî neçarî ye, bang kir ku ji bo jinan perwerdeya taybet a parastinê were li darxistin.
Piştevanî êş kêm kir
Di dawiya civînê de beşdarvanan anîn ziman ku hatina ba hev ji parvekirina hest derketiye û vegeriyaye plotformek a piştevaniyê. Jinan moral girt ku êşên wan êdî ne tenê barên wane, hîs dikin ku bi jinên din re parev kirine. Ev piştevanî, êş kêm kir, bawerî da ku jin tevî hemû tiştî rabin ser piyan.
Encama ku ji civînê derket, tabloya ku tirs vegere azwerî, birîn vegere dersê, pirsgirêk vegere hêza hevpar bû. Jinan di rûniştinê de biriyardariya xwe ya parastina xwe û malbata xwe diyarkirin. Civîn bi îradeya hê kêfxweş û avakirina pêşerojek bi ewle bi dawî bû.