Nazlî Polat: Bi jinên koçber re dikarin torên piştevaniyê ava bikin

Jinên koçber ên ji tundiyê reviyan, ji ber bê ewlehiya rêyên koçberiyê, rastî tundiyê tên. Endama komisyona îltica û baroya koçberiyê ya Wanê parêzer Nazlî Polat got dikarin bi jinên koçber re platformek hevbeş û torên piştevaniyê ava bikin.

ROJDA KIZGIN

Navenda Nûçeyan-  Li seranserî cîhanê bi milyonan mirov ji ber şer, pevçûn, tundî, zilm û zextê bi zorê ji cih û warên xwe dibin. Koçber di rêyên koçberiyê de keştiyên wan bin av dibin jiyana xwe ji dest didin û nikarin xwe bigihînin cenazeyên wan. Koçeberên ku sînoran derbas dikin û ew welatên ku çûne cihek bi ewle dewlet jêre dabîn nakin koçber di nava polîtakayên ku ji çareseriyê dûr, bê hêvî de dimînin.  

Li cîhanê 108,4 milyon mirov bi zorê ji cihê xwe dibin

Li gora daneyên rêxistina koçberan ya Netewên Yekbûyî (NY) UNHCR; Ji dawiya sala 2021’an li cîhanê 108,4 milyon mirov bi zorê ji cih û warên xwe koçber bûne, 35,3 milyon koçber, 62,5 milyon mirov di nava welatên xwe de ji cihê xwe bûne, 5,4 milyon koçber nayên dîtin. UNHCR diyar kir dema ku bi sala 2023’an ve were qiyaskirin ji sedan 20 zêdebû, 2,4 milyon zêde koçber pêwîst dibînin ku li welatên sêem bi cih bibin. 

Li Sûriya ku ketiye sala 13’an ya qeyranê , welatê ku herî zêde koçber jê koç dikin e. Koçberên Sûriyê ev 8 sale hêjarek zêde pêwîstî dibînin ku li welatên sêem bi cih bibin. Di rêza dûem de Afganistan, Sudana Başûr, Myanmar û Komara Kongo ya Demoqratîk di şopîne.

Li Tirkiye zêdeyî 5 milyon 506 hezar biyanî hene

Li gora daneyên serokatiya îderaye koçberan ya komeleya Koçberan; Ji Gulana 2022’an ve li gel Sûriyeyên ku bi demkî dibin parastinê de, li Tirkiye  5 milyon 506 hezar 304 biyanî hene. Hêjmara Sûriyeyên ku li Tirkiyê bi demkî dibin statuya parastinê de hatine qeyd kirin, ji Hezîrana 2023’an ve 3 milyon 351 hezar û 582 ye. Ji meha Çile heta niha hêjmara Sûriyeyên hatine qeyd kirin 163 hezar 194 kes kêm bûne.

Hêjmara jinên Sûriyeyî 804 hezar e

Hêjmara jinên Sûriyê li Tirkiye jiyan dike 804 hezar 21, hêjmara mêrên Sûriyeyî ji hêjmara jinan 176 hezat 746 kes zêdetire. 835 hezar 543 mêr, 783 hezar 397 keç di nav de bi giştî 1 milyon 618 hezar 940 zarok hene.

Ji sedan 1,83’ê Sûriyeyiyan di kampan de jiyan dikin

Hat eşkere kirin ku hêjmara Sûriyeyiyên ku di bajaran de jiyan dikin ji 15’ê Hezîranê ve 3 milyon 290 hezar 282 kesin, hêjmara Sûriyeyên di kampana de jiyan dikin 61 hezar 300 kesin. Tenê ji sedan 1,83 Sûriyeyiyan li kampan jiyan dikin, ji sedan 98,17 di bajaran de jiyan dikin. 

Li 7 bajaran navendên bi cihbûnên ên demkî hene

Li navendên demkî ên bi cihbûnê tenê li Dîlok, Hatay, Adana, Mereş, Kilis, Osmaniye û Malatya tê dîtin. Li gora daxuyaniya fermî ya 19’ê Kanuna 2022’an; Hemwelatî hatiye dayina 223 hezar 881 Sûriyeyiyan, zarokên ku hemwelatî girtine 97 hezar 95’e. Di daxuyaniya heman dîrokê ya kar û barê nufus û hemwelatiyan diyarkirin ku hemwelatî dayîne 104 hezar 976 Tirkên Ahiska, 7 hezar Tirkên Uygar û 39 hezar 294 Afganistanan. Destnîşan kirin ku hêjmara Sûriyeyên ku destûra karkirinê girtine 31 hezar 185’e.

Gotinên bi hêrs dijminatiyê zêde dike

Nêzîkatyên siyasî yên bi hêrs li beramberî koçberên Sûriyeyî, dibe sedem ku di nava civakê de dem dem bûyerên sosret çêbibin. Li Stenbolê di meha Tirmeha 2017’an de jina Sûriyeyî ya ku 9 meh dû canî bi zaroka xwe ya 10 salî ve ji aliyê ciranê xwe ve piştî ku rastî destdirêjiya zayendî hatin, hatin qetilkirin. Di Kanuna 2021’an de li Îzmirê 3 ciwanên Sûriyeyî bi şewitandinê hatin qetilkirin. Di Tebaxa 2021’an de li nafçeya Altindax Suryeliyên ku firoşgerha wan hatî şelandin, bi mirinê gef lê hatin kirin. Di Gulana 2023’an de li Mersînê zaroka ku ji aliyê erkdarê avahiya ku lê dimînen ve hate revandin û bi xeniqadinê hate qetilkirin. Tenê ev 4 bûyerên ku hatî jiyankirin cihêkariya li beramberî Sûriyeyî û biyaniyan, xala netewperestî û hêrsê radixwe berçavan.

‘Asta bi zorê ji cih bûnê gihaye  herî jor’

Endama Komisyona îltica û baroya koçberan a Wanê Parêzer Nazli Polat diyarkir li Tirkiye têgîna koçberiya bê rêk û pêk kir û der barê pirsgirêkên giştî ên ku koçberên jin jiyan dikin nirxandin kir. Destnîşan kir ku hêjmara kesên ku ji ber şer, tundî û zilmê bi zorê ji cihên xwe koçber bûne gihaye asta herî jor û da zanîn ku Tirkiye yek ji wan welatên cîhanê ye ku herî zêde koçber lê hene.

‘Encamên her statuya hiqûqû ji hev cûdane’

Nazli Polat destnîşan kir ku ji ber hiqûqa navnetewî ya Tirkiye têgîna koçber, tevlîhevkirine û got: “Encamên her statuya hiqûqû ji hev cûdane, di binavkirian hiqûqa navnetewî de têgîna ‘koçber’ tê wateya ku koçberên ku ji derveyî welatê ku hemwelatiye, netew, dîn,pêgirî endamên komek diyar yan jî ji ber fikrê xwe ê siyasî wê rastî zilmê were bi sedemên maf di tirse ku êdî neveger ew welatê ku hemweltiye û kesên ku naxwaze vegere îfade dike. Têgîna ‘penaber’ weke penaber li parastina navnetewî digere lê belê statuya wan bi awayek fermî nehatiye naskirin. Herçendî ku statuya wan bi fermî nehatibe naskirin, penaberan bi zorê naşînin welatên wan û divê mafê wan bi parêzin.”

‘Penaber, ji parastina welatên ku hemwelatiyên wane sûd dibîne’

Nazli Polat wiha got: “Di têgîna penaber de hem madî hem jî di rewşa civakî de baş bibin hem bendewariyên  xwe hem jî malbata xwe zêde bikin koçberî welatên cûda û ev ferdên malbatê digre nava xwe. Penaber sûdê ji parastina welatên ku hemwelatiyên wane digrin. Ji bo bigihin jiyanek hîn baştir, belgeyên wek vîze ên zagonê halê baş jêre tê kirin, hinek ji wan li dijî sîstema zagonî ya welatên xwe bi awayek bê rêk û pêk dikin.” 

Nazli Polat got: “Têgîna ‘Koçberên bê rêk û pêk’ û ‘Bê welat’ wateya ‘koçberiya bê rêk û pêk’ ew welatê ku jê koçber bûye, zagonên wî welatî binpêkirine û ketine, ji bo li welat bimînin mafê wan yê zagonî nine, weke kesên zagonên welat binpê dike jê derketiye bi nav dikin. Wateya ‘bê welat’ kesên ku li gora xebata zagonên xwe ji aliyê tu dewletan ve weke hemwelatî nayê dîtin e.”

‘Tirkiye ên ku ji derveyî Ewrupa hetine weke koçber qebûl nakin’

Nazli Polat bi bîrxist ku têgîna ‘koçber’, ‘penaber’, ‘penaberên bi şert’, ‘parastina dûem’ ku di qanûna navnetewî de cih digre, di mevzuata navnetewî ya Tirkiye de wek penaber cih nagre û got: “Tirkiye der barê penaberan de maf anîne, lê belê derbarê sînordarkirina erdnîgariyê de xwepaşadekişandin berdewam dike, li gora peyman Cenevre ya Hiqûqa rewş penaberan ya Tirkiye (peyman penaberan ya 1951) hikmê der barê protokola Statuya Hiqûqa Penaberan gotin tenê ji bo penaberên ku ji Ewrupa tên wê were berçav girtin.” 

‘Parastina duyemîn weke penaber nayê qebûlkirin’

Nazli Polat amaje bi wê yekê kir ku Tirkiye kesên ji Ewrupayê tên wek penaber û yên ji derveyî Ewrupayê tên jî li gor qanûnên xwe yên neteweyî qebûl nake û wiha got: “Ew kesên ku ji derveyê Ewrupayê tên, dikarin bi awayekî demkî wek penaberên bi şert li Tirkiyeyê bimînin, heta ku li welatekî sêyemîn bên bicihkirin.” Nazli Polat bal kişand ser wê yekê ku têgîna “Parastina Duyemîn” wekî “penaber” û “penabera bi şert” nayê binavkirin û wiha got: “Yên ku nikarin ji parastina welatê xwe yan jî welatê xwe yê niştecihbûnê sûdê werbigirin, ji ber ku wê bi gefan re rû bi rû bimînin. Tundîtûjî wek cezayê darvekirinê, îşkence, muameleya xerab, muameleya biçûkxistinê an rastî ceza hatinê, pevçûn kesên biyanî an bêwelatî yên ku naxwazin ji vê yekê sûd werbigirin tê wateya statûya ku piştî prosudurên diyarkirina statuyê tê dayîn.”

‘Suriyeyî ne penaber, ne jî koçber in’

Nazli Polat diyarkir ku  penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê statûya ne penaber, ne jî koçberan nizanin û wiha got: “Tirkiyeyê di çarçoveya feraseta parastina demkî de heta Sûriyê vedigere rewşa asayî statuya ‘mêvan’ daye penaberên ji Sûriyeyê.”  Nazli Polat da xuyakirin ku Tirkiye bi rêziknameya Parastina Demkî ya ku di 22'ê Cotmeha 2014'an de ket meriyetê, ji bo penaberên ji Sûriyeyê “parastina demkî” dide û wiha got: “Ji bo biyaniyên ku neçar mane bi parastina demkî welatê xwe biterikînin, nikarin vegerin welatê ku jê derketine û bi ferdî yan kom bi kom tên an derbasî sînorên Tirkiyeyê dibin û serlêdanên wan ên parastinê bi ferdî nayên nirxandin, tê sepandin.”

‘Jin û keçên wan rastî her cure tundiyê tên’

Nazli Polat bal kişand ser pirsgirêkên ku jin û zarokên penaber di dema koçberiyê û piştî koçberiyê de rû bi rû dimînin û ev nirxandin kir: “Jin hem wekî koçber hem jî wekî jin di rewşeke dezavantajtir de ne. Bi taybetî penaberên neqanûnî hemû teserûfên xwe yên aborî radestî qaçaxçiyên koçberan dikin. Mixabin jin û keç ji aliyê qaçaxçiyên koçber, hêzên ewlehiyê yan jî kesên li cihên ku serdana wan dikin, dinav de tundiya zayendî rastî her cure tundiyê tên. Ji ber ku bi peymanên navneteweyî rêyên koçberiyê yên ewle û qanûnî nehatine avakirin, jin û keç jî neçar dimînin ku rêyên xeternak bikar bînin. Ji ber vê yekê jin di vê rêwîtiya koçberiyê de her tim windahiyan didin. Ji ber ku koçberî ji bo jinan rêyeke rizgarbûna ji gefên zayendî ye, li aliyê din dema ku di dema koçberiyê de yan jî li cihên ku nû hatine tevlî jiyana civakî dibin bi gef, nediyarbûn û gelek pirsgirêkên din re rû bi rû dimînin.”

‘Di gihandina xizmetên wekî tenduristî û edaletê de zehmetiyên mezin hene’

Nazli Polat bi bîrxist ku cihêkariya ku jin û keçên penaber bi gelek awayan rastî tên û got: “Mînak; Di warê perwerde û hîndekariyê de wekheviya derfetan ji bo jin û keçan nîne. Di çarçoveya wekheviya zayendî de di warê bikaranîna derfet û sûdwergirtina ji xizmetên keçan re, rewşeke ku li dijî keçan kar dike heye. Malbat bi gelemperî derfetên xwe yên aborî ji bo zarokên xwe yên kur bikar tînin.” Nazli Polat da zanîn ku keçên ku nikarin biçin dibistanê ji ber pirsgirêkên ziman nikarin têkiliyên xwe yên civakî pêş bixin û di qada giştî de cih nagirin û wiha got: “Jinên ku naçin dibistanê, nizanin xwendin û nivîsandinê an jî xwendekarin lê jiyana wan ya kar nîne û ji ber vê yekê nikarin pereyan qezenc bikin, her dem li qada taybet dimînin, ji xizmet û lênêrîna malê berpirsiyar in, bi mêran ve girêdayî dijîn û zimanê ku nizanin di gihandina saziyên giştî yên wekî tenduristî û dadweriyê de zehmetiyên mezin jiyan dikin.”

‘Jinên penaber di sîstema sêalî ya kedxwariyê de ne’

Nazli Polat amaje bi wê yekê kir ku  bêkarî zêdetir bandorê li jinên penaber dike û wiha pêde çû: “Bêkarî herî zêde bandorê li jinên penaber dike, ji ber ku xwediyên sermayê ji jinan zêdetir mêran bi kar tînin. Pirsgirêkên wekî gihandina kêm a perwerdeyê, erkên giran ên lênêrînê, astengiyên ziman û zextên malbatê, hem li welatên xwe û hem jî li Tirkiyeyê îro nahêlin jin tev li kar bibin.” Nazli Polat, anî ziman ku keda jinê weke hêza kar a erzan tê dîtin û jin hem weke jin, hem jî weke penaber û hem jî weke karmend di nava sîstemeke sêalî ya kedxwariyê de ne. Nazli bal kişand ser wê yekê ku ew neçar in di karên ku sîstema mêrsalarî li ser jinan ferz kiriye de bixebitin, wek firaq, garson, aşpêj, paqijî ku rê nade jinên penaber derkevin derve.

‘Tundiya dinav malê de ya li ser jin û keçan zêde dibe’

Nazli Polat, bal kişand ku girtina jin û keçên penaber yan di nav malê de îhtîmala rûbirûbûna tundiya nav malê de zêde dike û got: “Jinên ku bêyî ewlehiya kar tên xebitandin, nikarin bi rêyên qanûnî mafên xwe bi dest bixin, ji ber ku dema nikarin heqdestê xwe werbigirin ne fermî dixebitin. Her wiha jinên penaber û keç li cihên xwe yên kar rastî tacîza zayendî tên. Ji ber tirsa windakirina karê xwe an dersînorkirinê nikarin giliyê rayedarên peywendîdar bikin.”

‘Nefret û gotinên nîjadperest têkiliyên civakî asteng dike’

Nazli Polat anî ziman ku pirsgirêkeke din a jinên penaber jî nefret û gotinên nîjadperestî yên ku li cihê koçberiyê rastî wan tên û wiha got: “Ji ber vê sedemê jin neçar in li taxên ku biyaniyên weke xwe gelek caran ewle dibînin bijîn, da ku ji tundiyê bên parastin. Ev rewş derfeta jinên Sûriyeyî ya ku têkiliyên civakî bi civaka Tirkiyeyê re deynin kêm dike û nahêle ku hevgirtina civakî pêk bînin.”

‘Di yek male de bi malbatên cudare neçarin jiyan bikin’ 

Nazli Polat ragahand ku bi giştî jin û zarokên keç yên penaber di malekê de bi malbatên cuda re  jiyan dikin an ji bi mirovên xwere dimine û got; “Tevayî barê male û berpirsyartiya malê li ser milê van jinan tê barkirin. Mixabin di cihên qerebalix de jiyan kirin tundîya zayendperastiya civaki, taciza zayendî û metirsiya zewaca zarokan ji bi xwere tine. Jinên penaber ji bo cihên ku hatine avakirina malbata, komkirina malbat, temaşakirina malê û li kêleka wê  di karekê bi berhemde karkirin û ji mêran zêdetir berpirsyartî rakirin hêza jina hîn girantir dike.”

‘Divê siyasetmedar dest ji gotina nefret berdin’

Nazli Polat dest nişan kir  li Tirkiye pirsgirêkên jinên penaber û jinên din jiyan dikin di gelek aliyan de wek hevin, ji bo pirsgirêkên hevbeş, divê pilatformên hevbeş û turên hevgirtinê bên avakirin. Li Tirkye nefreta li dijî penaberan û dijminatiya wan ji gotinên siyasetmendaran rudide û ev gotinane ji rê li ber pirsgirêkên giring di veke û got: “Ji ber kiriza aboriyê ya li welat bê kariya zêde , biyaniyên li welat berpirsyar tên nişandan. Pêwiste siyasetmendar dawî li van gotinên ji rastiyan dûr binin. Di vê mijarê de berpirsyarî dikeve li ser milê  sendikayên xwedî baldariya civakî, partiyên çep, dezgehên penaberan, rêxistinên pişeyî, çêkerên parastina mafê mirovan. Divê Siyasetmendar dawî li gotinên nefret û dijminahiya biyaniya binin.”

‘Civak divê bê hişyarkirin’

Nazli Polat bal kişand li ser zagonên  mafê jin û zarokên keç û tevayî penaberan û serarest kirina van mafan û gihandina van zagonan, di derbarê van de zagonan de civak bê hişarkirin û ev pêşniyar kir: “Jin  û zarokên Surye yên li Tirkye dimine ji bo dabin kirina pêwistiyên wan di navnetewî de fona û arikariya heyî bê zêde kirin. Ji bo arikariya jin û zarokên keç karên hişariyan yên heyî pêwiste hin baştir bên meşandin. Xebatên ku mêr û zarokên kur di derbarê mafê jinan de, nurmên zayentperestiya civakî, bi hêzkirina jinan, hişarkirinin hin zêdetir be. Ji bo wekheviya zayendî bê qebulkirin pêwiste di demê dibistana seretayî de ji bo zarokên keç û xurt perwerde bê dayin. Pêwiste dema jinên penaber an ji zarokên wan rastî tundî an ji gefan hatine pêwiste çi bê kirin û gavên çawa bê avêtin di vê derbarê de hişarkirina wan de gav bê avêtin.” Nazli Polat di derbarê xebatên bi vê şêweyê de bi rêveberên xwecihî û saziyên sivili, saziyên mafê mirovan û bi  weqfên penabern re karkirinê re pêkane û got: “Pêwiste ji bo  pêşxistina saziyên  alîkariya finasî yan ji  baldariya cinsî  ji bo jinên penaber û firehkirina sistemên aramkariya civakî bên pêşxistin.”