Jin li ser Tezên Azadiyê yê Abdullah Ocalan nîqaş kirin

Navenda Lêkolînên Jineolojî û Akademîya Abdulah Ocalan a Zanistên Civakî li kantona Tebqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Bi tezên azadiyê ve ber bi şoreşa jinê ve” komxebatek ku ji 4 mijaran pêk tê li dar xist.

Tebqa - Navenda Lêkolînên Jineolojî  û Akademiya Abdulah Ocalan a Zanistên Civakî li kantona Tebqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Bi tezên azadiyê ve ber bi şoreşa jinê ve” komxebatek ku ji 4 mijaran pêk tê li dar xist. Zêdetirî 200 jinên ji bajarên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya jî di nav de, gelek sazî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî komxebatê bûn. Komxebat li Akademiya Şehîd Adar Harûn a Kombûna Jinan a Zenûbiya hat lidarxistin.

Di komxebatê de pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tezên Azadiyê ku bi zimanê Erebî hatiye wergerandin û broşurên derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat belavkirin. Komxebat bi axaftina destpêkê ya endama Akademiya Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî Eylul Rizgar destpê kir. Paşê sînevîzyonek li ser şert û mercên girtîgeha Îmrali ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan paraznameyên xwe nivisî hat temaşekirin.

Paşê ji aliyê Akademiya Lêkolînên Jineolojî û Akademiya Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî 4 tezên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin veguhestin. Di pêvajoya amadekariya komxebatê de Navendên Lêkolînên Jineolojî derbarê mijarên tezê de mehekî xebatên atolyeyê kirin.   

Dîroka jin

Berdevka navenda Jineolojî ya Heleb û Şehbayê Zehrîban Hisên li ser tezên li ser dîroka jin a Abdullah Ocalan pêşkeşiya xwe kir. Di pêşkeşiya ku di çarçoveya encama nîqaş û lêkolînên Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Heleb û Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Şehbayê hatiye amadekirin de rêbazê dîrokê ya Abdullah Ocalan hat ser ziman. Piştî pêşkeşiyê beşdarvanan bi nêrîn û pêşniyarên xwe bal kişandin têkîliya di navbera ronîkirina dîroka jinê û vîna azadiya jinê.

Zayendparêzî

Mijara dûyemîn a komxebatê tezê zayendparêziyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala bû. Pêşkeşiya nîqaşa hevpar a Navendên Lêkolînên Jineolojî ya Qamişlo û Hesekê ji aliyê endama Akademiya Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî Eylûl Rizgar ve hat kirin. Di vê mijarê de derketina têgiha zayendparêziyê, tezên beşên cûda yên derbarê vê têgihê de û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê mijarê de hatin ser ziman. Hat ser ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser dahurandinên heyî yên zayendparêziyê bandora pozîtîvîzmê rexne dike. Her wiha bal lê hat kişandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tarîfa şikandina dûyemîn a zayendî nîqaşên li ser zayendparêziyê gihandiye astekê nû. Di pêşkeşiyê de hat ser ziman ku Rêberê Gelê Kurd tîne ser ziman ku azadiya ji zayendparêziyê ango azadkirina zayenda civakî bi şikestina sêyemîn a zayendî ku ji aliyê mêr ve pêk were gengaz e.

Di çarçoveya mijara ku biberfirehî hat nîqaşkirin de hat ser ziman ku ruxmê gelek destekftiyên mezin ên şoreşa jin a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zayendparêzî bi bandor e û hat destnîşankirin ku divê li hemberî vê yekê têkoşînekê berfireh û kûr bê meşandin.

Malbat

Di beşa sêyemîn a komxebatê de li ser mijara xanedanî, malbat û demografya ya li Rojhilata Navîn hat rawestin. Pêşkeşiya mijarê di çarçoveya nîqaşên hevpar ên Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Minbicê û Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Herema Firatê de ji aliyê berdevka navenda Jineolojî ya Minbicê Mêrvet Mehmûd ve hat kirin. Di serî de civaka Kurd û Ereb, li ser pirsgirêkên ku rastiya malbat û xanedanî dide avakirin û têgiha namûsê hat rawestin. Li ser nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser avakirina malbata demokratîk û pêkanîna wê nîqaş hatin meşandin.

Hevjiyana Azad

Di beşa sêyemîn a komxebatê de li ser tezê hevjiyana azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat rawestin. Encamên nîqaşa Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Tebqayê ya li ser mijarê ji aliyê berdevka navenda Jineolojî ya Tebqayê Mariya El Meter ve hat pêşkeşkirin. Di çarçoveya pêşkeşiyê de têgiha hevjiyana azad, nêzîkatiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a destnîşan dike ku bi hevjiyana azad pirsgirêkên civakî dikare bê çareserkirin hat vegotin. Bal li ser erkên ku di pêkanîna hevjiyana azad dikeve ser milê jin û mêr hat kişandin. Bi nîqaşên ku divê derbarê hevjiyana azad de hê bêtir xebat û perwerde bê lidarxistin pêşkeşî temam bûn.

Piştî pêşkeşiyan di çarçoveya nêrîn û nîqaşên ku hatin ser ziman encamnameya komxebatê hat xwendin. Di vê çarçoveyê de hat ser ziman ku divê tezên azadiyê veguherandina hevpeymana civakî ya jinan bê hedefkirin, tezên azadiyê ji hemu gelê ku di komun, meslîsan de cih digre bê veguhestin û ev xebat bê belavkirin.

Komxebat bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û Bijî Rêber Apo’ bi dawî bû.