Derûnnasên li Sûdanê ji bo kêmkirina bandora şer dixebitin

Li Sûdanê ji ber şerê navxweyî ku 10 meh in didome û gelek jin û zarokan zirarê dîtine, komek derûnnas dest bi xebatan kir û bi xebatên xwe piştgiriya derûnî didin. Bi dîmenên ku di medyaya dîjîtal de diweşînin hewl didin bandorên şer kêm bikin.

MAYSA AL QADÎ

Sûdan- Li Sûdanê di navbera artêşê û hêza paramîlîter Hêzên Piştgiriya Lezgîn de (HDK) de ji 15’ê Nîsana 2023’yan ve heta niha pevçûn didomin. Di nava 10 mehên ku şer didome de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran jî ji cih û warên xwe bûne.

Li Sûdanê di sala 2018’an de ji ber krîza aborî, çalakî hatin lidarxistin. Bi derbeyên leşkerî yên di navbera salên 2019 û 2021’ê de her ku çû di warê siyasî û aborî de bêîstîqrarî zêdetir bû. Di sala 2023’an de jî hêza palalel a ku artêşa Sûdanê bi xwe ava kir, bi HDK’ê re ket nava pevçûnan. Pevçûnên ku veguherîn şerê navxweyî her diçe mezintir dibin.

Li welatê ku şer sîrayetê her derê jiyanê kiriye, jiyana gel di ewlehiyê de nîn e. Kesên ku bi zorê ji cih û warê xwe bûne, ji ava paqij û madeyên xurekê û yên bingehîn bêpar in. Barê şer jî herî zêde jin û zarok dikşînin. Zarokên ku ji ber şer bi bandor bûne, travmayên derûnî ên mezin dijîn.

Derûnnasên jin ên Sûdanî bi bîr xistin ku şer di warê derûnî de bi taybetî li ser zarokan bandorên derûnî ku çareseriya wan zor e çêdike û diyar kir ku ji bo bandora şer a li ser gel kêm bibe divê her sazî tiştek bike.

‘Ji ber şer û pevçûnan mirov di nava tirs û fikaran de ne’

Derûnnas Namariq Fath Al-Rahman, diiyar kir ku ji ber şerê li Sûdanê derûniya jin û zarokan pir xirab bûye û got: "Di dema xebatên piştgiriya derûnnas ku min ji bo jin û niştecihên ji warê xwe bûne di demên borî de kir de, min dît ku şer bûye sedema pirsgirêkên derûnî. Şer îstîqrar û ewlehiyê tune dike û bandorên derûnî yên xirab çêdike. Jin û zarok, di pevçûnên ku li paytext Xertûmê çêbûne de bûne şahidên cenaze û avahiyên rûxiyayî. Ev yek jî travmayan çêdike. Ji ber şerê heyî bi mirovan re şok, hêrs û fikar çêbûne.”

‘Ji bo kêmkirina bandorên ji ber şer çêbûne rola madyayê girîng e’

Namariq Fath Al-Rahman, li ser kêmkirina bandorên derûnî  jî wiha axivî: "Divê em ji medyayê dest pê bikin, lewre armanca hinek aliyên medyayê ew e ku tirs û xofê çêbikin. Di demên dawî de me dît ku di medyayê de gelek dîmenên ku bibin sedema tirs û xofê tên weşandin. Divê em li dijî terora ku bi navbeynkariya medyayê tê belavkirin bisekinin û peyamên erênî bidin gel. Her wiha gelek civîn û xebatên derûnî ên ku gelek sazî û komîteyên taxan li dar dixin jî hene. Ev yek bi jinan re stres û travmayê kêm dike, rê nîşanî wan dide ku çawa dikarin bi vê yekê re derkevin serî. Di vê mijarê de em bi derûnnasan re hevkariyê dikin.”

Ji bo jin û zarokan hewldan hatin destpêkirin

Derûnnas Etîdal Warraq jî diyar kir ku ên ku herî zêde ji aliyê derûnî ve ji şer bi bandor dibin jin in lewre girêdana jinan bi axa wan re zêdetir e. Etîdal Warraq, diyar kir ku ji bo jin û zarokên ku ji cih û warên xwe bûne dest bi hewldanek kirine û axaftina xwe wiha domand:

“Mêr rojên xwe ji derveyî malê derbas dikin û jin jî neçar dimînin li malê bimînin. Ji ber vê yekê jinên ku ji ber şer û şîdetê ji cih û warên xwe bûne, di civakê de rastî gelek zextan tên. Gelek sivîlan koçî herêmên ku malbat û xizmên wan lê ne kirin. Xeyalên gelek ji wan şikestin û ketin nava travmayên derûnî. Ji ber ku kesên ji cih û warên xwe bûne di rewşek zor de ne divê xwediyên malên ku lê dimînin, vê yekê bizanibin û bipejirînin. Hewldan ji bo bandorên tiştên qewimîne kêm bike û rê nîşan bide ka mirov çawa bi tirs û fikaran re dikare derkeve serî rehberiyê dike. Li ser medyaya dîjîtal jî bi peyamên kurt û cewherî gelek perwerdekaran mijaran weşandin û em ê vê yekê bidomînin.”