Ji Talîbanê li dijî jinan qedexeyek nû

Li bajarê Host ya Efganistanê beşdariya jinan bi telefonê ji bo bernameyên televizyon û radyo hate qedexekirin.

Navenda Nûçeyan- Talîban ku rêveberiya Efganistanê xist destê xwe, qedxeyên nû li dijî jinan zêde dikin û berdewam dike. Li bajarê Host yê rojhilatê welat rayedarên Talîbanê, beşdariya jinan bi telefonê ji bo bernameyên televizyon û radyo qedexe kir.

Biryara ku Talîban girtiye, bi îmzaya şefê polîsan li Hostê Abdul Rashid Omarî di 25’ê Sibatê de ji medyaya Peştuca re şend. Di biryarê de ev tişt hate gotin: “Di bajarê Hostê de beşdariya jinan bi telefonê ji bo bernameyên televizyon û radyo qedexeye. Ên ku vê biryarê binpê bikin wê werin darazandin. Ger saziyên medyayê jî jinan bi telefonê beşdar bike wê ji bo îfadeyê bang bikin û werin darazandin.”

Li Hostê piştî qedexekirina xwendina zarokên keç heta pola 6’an, hate diyarkirin ku bernameyên perwerdê bi rêya medyayê zêde bûye.