Navenda Şêwirmendiya Civakî pirsgirêkên jin û zarokan çareser dike

Navenda şêwirmendiya civakî hewl dide guhertinek civakî ji bo hemû beşên civakê çêbike û hemû derfetên aştiyane ji bo jiyana wan biafirîne. Her wiha hewl dide pirsgirêkan bi rêbazên zagonî li gorî pêşketina jiyana civakê çareser bike.

NÛR EL-MERSÛMÎ

Iraq – Navenda Şêwirmendiya Civakî di sala 2019’an de li Mûsilê ava bûye, piştî serkeftina navendê di sala 2022’an de karê xwe berfireh kir û ji bo civakek demokratîk xwe gihand hemû bajarên Iraqê ku mafên hemû beşên civakê bi wan didin nasîn û wan ji tundiyê diparêzin. Rêvebera navendê Şaza Al-Îmam ya derbarê karûbarên Navenda Şêwirmendiya Civakî û armancên wê de axivî bal kişand ser pirsgirêkên ku jinên Iraqî dijîn axivî.

Navend pirsgirêkên girêdayî jin û zarokan çareser dike’

Rêvebera navendê Şaza Al-Îmam der barê karên navenda şêwirmendiya civakî de wiha axivî: “Navenda şêwirmendiya civakî ya li Mûsilê, ezmûneke bingehîn bû lê me bi berdewamkirina karê xwe serkeftinên mezin pêk anîn û şaxên me li hemû bajarên Iraqê vebûn. Navend pirsgirêkên girêdayî jinan, zarok, tundiya li ser medyaya dîjîtal û hawarçûnê çareser dike. Dema her giliyek der barê tundiya malbatê de ji me re tê, em hewl didin li navendê çareser bikin, ger çareser nebe jî ji bo aliyên din tê veguhestin. Jina gilî dike dikare bûyerên tundiya malbatî ji bo parastina zarok û malbatê veguhezîne.”

Şaza Al-Îmam, da zanîn ku navenda şêwirmendiya civakî xizmeta hemû beşên civakê dike û diyar kir ku wek xwediyên pêdiviyên taybet pirsgirêkên wan çareser dikin û pêdiviyên wan bi cih tînin.

‘Armanca navendê ew e dozên jinên rastî tundiyê tên çareser bike’

Rêvebera navendê Wafa Ahmed jî diyar kir ku armanca navendê ew e dozên jinên rastî tundiyê tên çareser bikin û da zanîn jinên ji ber paşverûtiyên civakî naxwazin biçin navendên polîsan jî serî li navendê didin. Wafa Ahmed wiha got: “Navenda me navendeke sivîl e, piraniya xebatkarên navendê jin in lewre jin bi rehetî tên.”

Wafa Ahmed der barê mekanîzmaya karê nava navendê de jî wiha got: “Bûyer bi awayekî nehênî pêşwazî dibe û bi riya lêkolînera civakî piştgiriya derûnî dikin. Di qonaxa duyemîn de pirsgirêkê teşhîs dikin û diyar dikin ku ger çareseriya pirsgirêkê li navenda me ye yan jî dê veguhezînin aliyên din. Di qonaxa sêyem de bûyer dê çareser bibe yan na tê şopandin.”

Di gelek bûyeran de jin tên navenda me’

Lêkolîner Sara Gazî jî der barê mijarê de wiha axivî: “Navend alîkariya jinên rastî tundiyê tên dike. Navenda her wiha alîkariya jinên ji ber lêdan, tundî û kiryarên dermirovî li dijî wan tên kirin pirsgirêkên derûnî dijîn û tu mafên wan di civakê de nîn e jî dike. Di gelek bûyeran de jin tên navenda me û şopên lêdanê li ser bedena xwe nîşan didin. Em hewl didin wan rewşan çareser bikin.”

‘Armanc afirandina çandeke nû ya pêşverû û parastina mafên jinan e’

Sara Gazî, diyar kir ku armanca lêkolînê ewe ku çandeke pêşverû were afirandin û mafên jinan di civakê de biparêzin û wiha got: “Di siya zêdebûna bûyerên tundiyê de, ji bo rewşa jinan bi pêş bixin û piştgiriya wan di warê derûnî de bikin pêwîst bû navendeke taybet bi lêgerîna çareseriyan were vekirin. Divê ji bo parastina jinan vê diyardeyê, em li rêbazên parastinê bigerin.”