Dû jinên berxwedêr ên Aşûrî: Wîdad û Şamîran

Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jinên Aşûrî bi wêrekî li dijî kiryaran têkoşiyan û heta ku ji dest wan hat û hêza wan têr kir ax û şaristaniya xwe parastin. Êrîşa ku li ser çemê Xabûrê çêbû, ne ji komkujiya Seyfo û Semelê cuda bû.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Di 19’ê Tirmeha 2012’an de li warê Şoreşa Jinan a duyemîn, li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran şervanên jin û xort, parêzvanên rûmetê, dilxwazên doza gelê xwe û şoreşgerên serdemê destanên lehengiyê yên herî bi wate di dîrokê de nivîsandin. Destanên wiha dîrokî hêja ne ku divê werin nivîsandin û bibin malê dîrokê.

Piştî revandina jinên Êzidî dora jinên Aşûrî bû

Piştî di 3’ê Tebaxa 2014’an de revandina jinên Êzidî yên li Şengalê, çeteyên DAIŞ'ê vê carê berê xwe dabûn bajarê Til Temirê û gundewarên Aşûriyan ya li seranserî çemê Xabûrê ya li Herêma Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Berbanga 23'ê Sibata 2015'an çeteyan zêdetirî 250 kesên Aşûrî yên di nav de jin, zarok û kesên temenê wan mezin bûn revandin. Çeteyên DAIŞ'ê jinên ku revandibûn bi darê zorê neçarî pejirandina ola Îslamê kirin, lê belê jin li hemberî hemû zextên çeteyan xwedî heman helwestê bûn.

Wîdad Yûnan û Şamîran Şîba, neviyên komkujiya Seyfo û Semelê yên li Colemêrgê Bakurê Kurdistanê û Nînowaya Iraqê pêkhat bûn. Neviyên ku dapîrên wan rastî komkujiyê hatibûn, wekî dapîr û bapîrên xwe li dijî êrîşên herî hov teslîmiyet nepejirandin. Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê xwe bi çek kirin û zanabûna xwe zêde kirin. Gel bi vî awayî fikra teslîmiyetê şikandin, riya berxwedanê hilbijartin û di ezmûna herî zor de bi ser ketin. Wîdad û Şamîran di berxwedana 23'ê Sibata 2015'an de di dîroka gelê herêmê û bi taybetî gelê Aşûrî de rûpeleke nû nivîsandin.

Wîdad Îliya Yûnan

Wîdad Îliya Yûnan navê tevgerê Hîwîd Xabûr e. Wîdad a ku di sala 1970’an de çavên xwe li gundê xwe Til Hurmizê vedike, li wir dijî. Di 1'ê Cotmeha sala 2014'an de beşdarî Meclisa Parêzvanên Xabûrê dibe û wekî şervan erk digre. Paşê di êrîşên 23’yê Sibata 2015’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tê revandin û piştî mehekê tê qetilkirin.

Şamîran Îşo Şîba ya dayika şervanan heta dawî li ber xwe dide

Şamîran Îşo Şîba bi navê xwe ya tevgerê Yamet Digêsa ango dayika şervanan, di sala 1970'an de ji dayik dibe. Di 1'ê Cotmeha 2014'an de beşdarî Meclisa Parêzvanên Xabûrê dibe. Şamîran wekî berpirsa metbexê erk digre û wekî dayika hemû şervanan bi erka xwe radibe.

Li gorî agahiyên ku me ji Fermandariya Meclisa Parêzvanên Xabûrê girtin, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê li ser gundan êrîşên xwe pêk anîn, fermandarî ji dayikê re dibêje; 'êrîş nêz dibin û xetere li ser jiyana te heye divê tu ji vir derkevî' lê belê Şamîran fikiran red dike û dibêje 'Erê ez jin im lê ji vir naçim, hûn zarokên min in û ez jî dayika we me, tu dayik dest ji zarokên xwe bernade. Tişta ku were serê we bila were serê min jî ez ji we ne çêtir im.' Şamîran bi vi awayî li ber xwe dide. Şamîran piştî berxwedaniya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di 23'ê Sibata 2015'an de li gundê Til Hurmiz jiyana xwe ji dest da.   

Yek ji jinên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat revandin Cemîla Kako ye. Cemîla piştî ku tê berdan, demekê erkê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdên Aşûrî li Xabûrê digre. Cemîla ya ku di pêvajoya girtîgehê de li Şedadê Wîdad Yûnan nas dike, wiha behsa wêrekî û kesayeta wê dike.

Ji Til Cezîrê Til Hurmiz û Til Şamîran zêdetirî 250 Aşûrî revandin

Cemîla Kako behsa êrîşa berbanga 23'ê Sibata 2015'an kir û wiha got: "Piştî ku çeteyan êrîş anîn ser gundên me, ji sê gundan Til Cezîrê, Til Hurmiz û Til Şamîran zêdetirî 250 Aşûrî revandin. Di nav wan de ez jî hebûm, piştî ku me birin girtîgeha Şedadê Wîdad bi destên kelebçekirî anîn cem me. Li gorî serçeteyan Wîdad li hemberî wan gelekî li ber xwe dabû. Muameleya ku bi Wîdad re dikirin, ji girtiyên din cudatir bû. Her car serçete û waliyê Şedadê dihatin pirsa wê dikirin, her car çek didan destê wê û digotin; biceribîne guleyan berde. Muameleya bi Wîdad re dikirin pir cuda bû, ji ber ku dema me ew dît hemû cilên wê perçe bûn û pir diyar bû ku ew bi darê zorê girtine û wê kaş kirine”

'Dikaribû bireviya lê ji bo zirarê nede girtiyên jin nereviya'

Cemîla Kako da zanîn ku Wîdad her dem dixwest tewanbariyên li ser xwe red bike û xwe xilas bike û wiha behsa çend hûrguliyan kir: "Wîdad dizanibû çete wê wisa bernadin, her dem di nava tirsê de hewl dida ji girtîgehê bireve û xwe xilas bike. Dizanibû wê çete tiştekî pê bikin. Ji ber ku mirovek wiha bû ku bi erkê xwe ya neteweyî û welatparêzî rabû, ji derveyî parastina gel, gund û axa xwe tiştekî cuda nekiribû. Wîdad bi gelek rê û rêbazan hewl da bireve, carekê bi cilên ku ji bo jinên nexweş di hundirê girtîgehê de hatibûn danîn dixwest li xwe bike û pê derkeve nexweşxaneyê û wiha plana revê bi ser bixe. Lê belê dizanibû ku dê reva wê bandor û zirarê li girtiyên jin ên din bike. Ji bo ku zirarê nede me, hemû planên xwe yên ji bo revê, taloq dikir."

Bi hinceta hevdîtinê gazî kirin û piştre wê qetil kirin

Cemîla Kako, da zanîn hevdîtina wê ya dawî bi Wîdad re li ser firavînê bû û wiha got: "Tê bîra min, Wîdad tenê heyvek û rojek an du rojan ligel me ma. Rojekê me bi hev re xwarin dixwar, waliyek û çend çete pê re bûn derbas bûn û jê re gotin ka were hevdîtinek te heye û dibe ku tu ji girtîgehê derkevî. Gotinek wê heye tu carî ji bîra min naçe, her digot; ‘ger ez beriya we derkevim ez ê kaxezên we çêbikim û wiha ez ê pêşwaziya rizgariya we bikim.’ Wê rojê wîdad çû û venegeriya, me çend car ji çeteyan pirsa wê dikir, çeteyan wiha bersiv dida; 'pirsa wê kafirê nekin'. Piştre agahî hatin ku Wîdad bi guleyan qetil kirine."

‘Rojekê beriya berbangê wê vegerin…’

Cemîla Kako hestên xwe yên piştî rizgariyê bi van gotinan anî li ser ziman: "Hesteke pir bi êş e. Dema ku ez mirovên herî hêja û ezîz nas dikim, wêneyên wan bi dîwarê Meclisa Malbatên Şehîdan ve bibînim, dibihîsim ku şehîd bûne. Heta ji dest me were û hêza me têr bike em ê ax û şaristaniya xwe Aşûriyan biparêzin. Êrîşa ku li ser çemê Xabûrê çêbû, gelê me kirin hedef, ne kêmî komkujiya Seyfo û Semelê bû. Armanca wan têkbirina şaristaniya Aşûriyan ku ji kevintirîn şaristaniyên dîrokê ye bû. Tu hêz û dewletên ku mudaxaleya Sûriyeyê kirin, alîkarî nedan êrîş li ser gelê me werin rawestandin. Sedema ku qeyrana Sûriyeyê kûrtir dibe, hêzên hegemon in. Hemû hêzên niha amade ji bo berjewendiyên welatê xwe li vir in, ne ji bo parastina gelê Sûriyeyê. Dema ku aramî û ewlehî li vir çêbibe wê hemû Aşûriyên me vegerin, rojekê beriya berbangê wê li ser axa xwe dîsa şîn werin."

'Di dîroka gelê Aşûrî de Wîdad û Şamîran rûplek nû nivîsandin'

Cemîla Kako bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Berxwedana jinên Aşûrî Wîdad û Şamîran ne kêmî jinên Kurd û Ereb bû. Ev her du jinan rûpeleke nû di dîroka berxwedana gelê me de nivîsandin. Hebûna jinan a li ser vê axê û di nav van şert û mercên şer de cihgirtina çeperan, bi serê xwe berxwedaniyeke bêhempa ye."