Navend û weqfên li Xezayê di gelek waran de ji bo jinan dixebitin

Li Xezayê navend û weqfên ku ji bo jinan dixebitin, ji hişmendiya civakî, heta kursên pîşeyî, ji komxebatan, heta semînerên perwerdeyê, di gelek waran de ji bo jinan xebatên xwe didomînin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Weqfa Guherîna Civakî (ADWAR), ji bo dawî li her cure cudakariya li dijî jin û zarokên keç bîne, civakeke adil û demokratîk ava ava bike, projeyên nû dixe meriyetê. Têkildarî mijarê Koordînatora ADWAR’ê ya buroya Şerîdeya Xezayê Fîda Ebu Darabî nirxandin kir û da zanîn ku weqfê li herêmên gundewar ên Filistînê komîteyên parastina jinan ava kiriye û diyar kir ku di demên dawî de jî ji bo jin di posîzyonên biryardayînê de cihê xwe bigrin, di raya giştî de xebatên ji bo bihêzkirinê dimeşînin.

Civat, rêzefîlm û bernameyên radyoyê tên plankirin

Fîda Ebu Darabî anî ziman ku armanca wan bilindkirina dengê jinan e û wiha domand: “Sala par me projeyek bi navê ‘Em li vir dimînin’ xist meriyetê. Bi wê projeyê armanca me ew bû ku em ji bo jin û zarokên keç ên di bin şert û mercên giran de ne piştgiriya derûnî û civakî bidin. Em difikirin ji bo pirsgirêka jin û zarokên keç ên zirarê dîtine çareser bikin, civatên diyalogê li dar bixin. Em hewl didin rêzefîlm bernameyên radyoyê têkildarî wekheviya zayenda civakî, pêkhatina edaletê ku bikaribin rolên kevneşopî yên li ser jinan hatine ferzkirin, biguherînin bixin meriyetê.”

Komxebat hatin lidarxistin

Fîda Ebû Darabî têkildarî beşdarbûna xebatên aborî yên jinan projeyên ku amade kirine jî agahî da û wiha berdewam kir: “Di çarçoveya vê projeyê de armanca me jinên bêkar bûn. Ji bo jinên ku dixwzin bixebitin, ji xwe re kar bibînin û bikaribin ji xizmetên herêmî sûdê bigrin, em li ser rêgeza wekheviyê kûr bûn. Ji bo jin zêdetir di warê aborî de bixebitin û polîtîkayên di vî warî de werin pejirandin, me bi biryardêran re komxebat li dar xistin. Her wiha ji bo diyarkirina pêdiviyên jinan jî me çend semînerên perwredeyê û civînan li dar xist.”

‘Jin di gelek waran de bi hêz dibin’

Fîda Ebu Darabî, wiha got: “Em pir girîngî didin bernameyên ji bo kursiyeran. Li aliyê din di mijara tendirustiyê de jî em bernameyên hişmendiyê li dar dixin. Hemû xebatên ku em ji bo jinan dikin encamên erênî didin û bi guherîna ku em ê çêbikin, em hem têgihîştinê diguherînin hem jî jinan di gelek mijaran de bi hêz dikin.”  

Armanca hişyarkirin e

Navenda Bernameyên Jinan "Al-Daraj" jî jinan di warê civakî, aborî û çandî de bi pêş dixe. Rêvebera navendê Şîrîn Muhyedîn jî diyar dike ku navend ji bo behremendiya jinan di wan waran de zêdetir bibe, pêdiviyên wan bi cih werin û ji nû ve bikevin nava civakê xizmetê dike. Navend ji bo ku jin bikaribin di pêvajoyên biryarê de cihê xwe bigrin, di majar mafên xwe de hişyartir bin, giranî dide bernameyên perwerdeyê.

Jin di warê şîdetê de bûn xwedî hişmendî

Şîrîn Muhyedîn diyar kir ku ji bo jin bi mercên xizaniyê re hevrû bibin, gelek malzemeyên bi navê “Çenteyê heysiyetê” hatine belavkirin û got ku ji bo jin di warê civakê û aborî de bi hêz bibin gelek kursên perwerde û pîşeyî hatin lidarxistin. Şîrîn Muhyedîn da zanîn ku jin li dijî şîdetê şiyar bûne û got ku di warê şîdet û bêedaletiyê de jin di warê zagonî de tên agahdarkirin.

Ji bo kursên pîşeyî eleqe zêde ye

Şîrîn Muhyedîn diyar kir ku ji bo kursên pîşeyî yên dirûtin, nexş û hwd eleqe zêde ye û wiha behsa xebatên xwe kir: “Hejmara jinên ciwan ên ji bernameyên civakî, aborî, çandî, çandinî û bernameyên din sûdê digrin, ji hezarî zêdetir bû. Em dizanin ku ji bo rewşa jinên Filistînî baş bikin, hê jî gelek tiştên ku em bikin hene. Jin ji ber mercên xirab ên aborî zehmetiyan dikşînin. Rêjeya bêkariyê pir zêde ye. Jinên li hinek herêman bi gelek pirsgirêkan re rûbirû mane. Em li van herêmên xizmetên xwe didomînin.”