DBP’ê malbata Şenyaşar ziyaret kir
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 745’an de berdewam dike. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir serdana Malbata Şenyaşar kir û got: “Em ê bi berxwedana we di 14’ê Gulanê de têkçûna vê desthilatdariyê bibînin.”
Riha- Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar bi kurê wê Ferît ê di êrîşê de birîndar bûbû di roja 745’emîn de berdewam dike.
Keskîn Bayindir çû serdana malbatê
Malbata Şenyaşar, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û li pêşiya pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” nobeta xwe domandin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ê hefteya borî ji girtîgehê derket, serdana malbatê kir. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê Omer Ocalan û Ayşe Surucu jî bi Keskîn Bayindir re bûn.
‘Hemû cîhan piştgiriyê dide berxwedana we’
Keskîn Bayindir di Nobeta Edaletê de bi Emîne Şenyaşar re sohbet kir, silavên girtiyên siyasî jê re anî û diyar kir ku girtiyan berxwedana Emîne Şenyaşar silav kirine û wiha got: “Îro hemû cîhan piştgiriya berxwedana we dike. Hûn ne bi tenê ne. Em bawer dikin ku wê rojekê edalet bi cih were. Heta edalet bi cih were em ê piştgiriya berxwedana we bikin. Hemû dayikên dilşewat, dê wê roja ku edalet bi cih were bibînin. We bi sekna xwe ev desthilatdarî hilweşand. Serê we bilind e yê wan her dem li ber wan e. We bi berxwedana xwe ya edaletê ev desthilatdariya li ser zilmê hatiye avakirin hilweşand. Di encama berxwedana we de em jî hûn jî dê bibînin ku ev desthilatdarî dê di 14’ê gulanê de hilweşe.”
Emîne Şenyaşar jî ji Bayindir û girtiyên siyasî re spasiyên xwe pêşkeş kir û wiha got: “Li her derê piştgirî dan me, em spasiya her kesê dikin. Gelek kes ji derve tên serdanê û piştgiriyê didin me. Lê tevî vê jî desthilatdariyê edalet bi cih neanî.”