Emîne Şenyaşar: Hemû kes li benda roja çûyîna wî ne

Emîne Şenyaşar tevî dozên ku lê hatine vekirin û pirsgirêkên tenduristiyê, li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletê didomîne. Emîne Şenyaşar ji bo hilbijartinê got: “Ji zilmê bêzar bûn, hemû kes dixwazin ew biçe. Bila Erdogan here, edalet were.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, berdewam dike. Der barê Emîne Şenyaşar a ku tevî zext û astengiyan jî nobeta edaletê di sala 3’emîn de didomîne de, deh doz hatin vekirin lê ew dest ji lêgerîna edaletê bernade.

Emîne Şenyaşar a ku der barê wê de gelek caran lêpirsîn hatine vekirin û ji 5 dozên cuda tê darizandin, bi biryar e ku heta daxwazên wê bên bicihanîn çalakiya xwe bidomîne. Emîne û Ferît Şenyaşar ên danê sibehê ji Pirsûsê tên Rihayê û li ber edliyeyê dest bi çalakiya nobetê dikin, îsal jî wek sala borî di meha Remezanê de fitara xwe li ber edliyeyê vedikin. Êvarê bi dehan kesên ku ji bajarên cuda ji bo hevgirtinê tên, bi wan re li sr sifreya fitarê rûdinên, hevgirtin roj bi roj mezin dibe.

'Ez ne tenê ji bo xwe ji bo hemû kesan edaletê dixwazim'

Em bi Emîne Şenyaşar re têkildarî çalakiya nobetê û hilbijartinên nêz dibin axivîn bi gotinên “Li vî welatê edalet tune ye” dest bi axaftina xwe kir, ji bo hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê pêk were jî bi gotinen: “Hemû kes dixwaze Erdogan biçe, mirov ji vê zilmê bêzar bûn" û wiha axivî: “Ez edaletê dixwazim, ne tenê ji bo xwe ji bo hemû kesan edaletê dixwazim. Edaleta vê hikûmetê û vê dewletê tune ye. Li vir çalakiya me ket sala xwe ya 3’emîn. Ez bi salan e li vir rûdinim. fitara xwe Em li vir vedikin. Sala borî jî 30 rojan me fitara xwe li vir vekir. Em hesret man ku êvarê bi zarokên xwe re li malê rûnin. Xwedê mafê me li erdê nehêle."

'Bila hemû kesên bêsûc bên berdan'

Emîne Şenyaşar, diyar kir ku bi hêviya ev zilm bi dawî bibe her roj çavên xwe ji xewê vedike û wiha domand: “Kurê min 6 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin. Ez ji ber ku edaletê ji bo hemûyan dixwazim li vir rûdinim. Êdî bes e bila kurê min were mala xwe, ez di cejnê de kurê xwe bibînim. Em di van du salan de li vê derê, rastî zilmê hatin. Gelek caran me binçav kirin, derb kirin, kêm mabû kurê min Ferît li vir bikujin. Tenê zilmê dikin. Bila herin, em roja ku ew diçin bibînin. Bila hemû kesên ku bê sûc û neheqî hatine girtin vegerin malên xwe. Ez li benda wan rojan im. Ez bi hêviya wan rojan li vir im û heta kurê min were ez ji vir ranabim.”

'Hemû kes li benda bidawîbûna vê zilmê ye'

Emîne Şenyaşar herî dawî der barê hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê de jî wiha got: “Em serê sibehê tên vir û êvarê jî diçin malê. Êdî bes e bila hemû tişt derkevin holê. Bila hemû cîhan bibîne ka malbata min çawa hat qetilkirin. Bila Erdogan biçe, em li benda edaletê ne. Hemû mirov li benda vê yekê ne. Dibêjin “Bila ev zilm bi dawî bibe.” Ger ew biçe dê ev zilm jî bi dawî bibe. Di dewletê de tiştek nehişt. Mirovan dikuje, wan davejê girtîgehan. Em hemû dixwazin ew êdî biçe.”