Namzeda Meletiyê: Em ê bajarê xwe ji nû ve ava bikin

Namzeda rêza yekem a Partiya Çepên Kesk ku yek ji erdhejzedeyan e, rewşa dawî ya li bajar nirxand û got ku dema biçin meclisê dê dîsa wekî roja destpêkê bi şêniyên Meletiyê re di nava piştgiriyê de bin.

 Meletî - Piştî du erdhejên mezin, yek ji bajarên ku zirara mezin dît jî Meletî ye. Li bajar 3 hezar û 670 apartman hilweşiyan û bi hezaran jî zirarê dîtin. Piştî erdhejê, li bajrê ku bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane, kesên man jî di nava mercên zehmet û li ber sermayê hewl dan jiyana xwe bidomînin. Wekî herêmên erdhejê yên din ji bo Meletiyê jî alîkarî neçû, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatin kirin. Gel bi derfetên xwe hewl da mirovên di bin avahiyên hilweşandî de mane rizgar bikin. Bi hezaran kes bi rojan tî û birçî man. Ne av hebû, ne cih hebû, ne xwarin, ne cereyan û ne jî pêdiviyên din ên bingehîn.

Gelek xirbe hê jî nehatine rakirin

Di ser erdhejê de du meh derbas bûn lê li bajar hê jî pirsgirêk nehatine çareserkirin. Hê jî gelek xirbeyên ku nehatine rakirin hene. Li gorî agahiyan ji ber ku ji nava xirbeyan bêhn tê derman li wan kirine ji bo bêhn neyê. Ev yek jî nîşan dide ku hê jî li wan deran cenaze hene. Piştî erdhejê kesên ku li bajar mane, ji gelek pêdiviyan bêpar in, di ser de jî bi lehiya baranê re têdikoşin. Erdhejzedeyên ku konên wan tije av bûne, li qadên bêparastin, di nava mercên giran de têdikoşin.

Ji ber bermahiyên erdhejê çandinî jî nabe  

Li Meletiyê ku bajarê çandinî û ajalkariyê ye, gelek qadên çandiniyê zirar dîtin. Li Meletiya ku paytexta erûngan e, di diyarkirin ku bi tonan erûng heba bûne. Hilberîner dibêjin ku jiyana bazirganî rawestiya ye, di vê mijarê de jî gaveke ku hatibe avêtin tune ye. Di ser de jî niha xirbeyên aparatmanan ku di nava wan de asbest hene li nava wan zeviyên çandiniyê tên rijandin. Hilberîner vê rewşê wekî ‘têkçûna aborî’ bi nav dikin. 

Dê tablo biguhere

Li Tirkiyeyê di 14’ê Gulana 2023’yan de dê hilbijartina serokomarî û parlamenteriyê pêk were. Li Meletiyê jî dê gel tercîha xwe bike. Di hilbijartina dawî ya 24’ê Hezîrana 2018’an de li Meletiyê 6 parlamenter derketin. Ji van parlamenteran 5 ji wan ên Tifaqa Cumhur  bûn 1 jî yê Tifaqa Milet bû. HDP’ê jî di wê hilbijartinê de 33 bin 757 deng girt. Li gorî agahiyan pitşî erdhejê dê li bajar tablo biguhere.

 ‘Gel guhertinê dixwaze’

Li Meletiyê partiyan ji bo xebatên hilbijartinê dest bi xebatan kirin. Namzeda Partiya Çepên Kesk a rêza yekem a Meletiyê Perîhan Yucekaya ku yek ji erdhejzedeyan e li ser çavdêriyên xwe yên li bajar axivî û diyar kir ku dê gel li ser sindoqan hesab bipirse.

‘Dê bersivek baş bidin desthilatdariyê’

Partiya Çepên Kesk li Meletiyê 5 namzed nîşan dane, xebatên hilbijartinê hem li bajar hem jî li gundan dest pê kirine. Perîhan Yucekaya bi bîr xist ku li bajar di 6’ê Sibatê de felaketek mezin çêbûye, ji roja destpêkê ve heta niha dewletê ji bo herêmên erdhejê tiştek nekiriye û erdhejzede bi piştgiriya gel hewl didin birînên xwe bipêçin.

Perîhan Yucekaya diyar kir ku mirov di bin xirbeyan de terkî mirinê hatine kirin û dê gel tu carî vê ji bîr neke û da zanîn ku mirov wekî berê piştgiriyê nadin AKP’ê û wiha domand:

“Li vê derê mirov di bin xirbeyan de man. Tevî ku du meh derbas bûne jî, li navenda bajar hê jî xirbe li cihê xwe ne. Xirbeyên ku tên rakirin jî li cihên ku mirov lê dijiin û li gundan tên rijandin. Mirovên ve derê baş dibînin ku dewletê peywira xwe bi cih neaniye. Li dijî tiştên jiyane em bawer in ku dê gel bersiveke baş bide desthilatdariyê. Ciwan dibêjin êdî dema çûyîna desthilatdariyê hatiye.”

‘Tevî her tiştî xebat û hevgirtina me didome’

Perîhan Yucekaya ragihand ku di xebatên hilbijartina de hem piştgiriya xwe didomînin hem jî bi gel re bûne yek û bal kişand ku di 14’ê Gulanê de dê hilbijartinek ku çarenûsa welat biguherîne pêk were. Perîhan Yucekaya got ku ew wek erdhejzede di konteyniran de xebatên partiyê dimeşînin û wiha axivî: “Di 14’ê Gulanê de hilbijartineke ku dê çarenûsa Tirkiyeyê ya jinan û gelan biguherîne heye. Ji bo hilbijratinê em jî li vê derê dixebitin. Çend roj berê me buroya hilbijartinê vekir. Tevî her tiştî xebata li derve, bi hevrebûna bi gel re pir bi nirx e. Ji destpêkê ve gelê li vê derê bi piştgiriyê birînên xwe dipêçe. Hewldan û keda me jî ji bo vê yekê ye. Em di xebatên hilbijartinê de jî balê dikşînin ser piştgirî û ji nû ve avakirinê.”

‘Bi nêzbûna hilbijartinê re nelirêtiyan dest pê kir’

Perîhan Yucekaya da zanîn ku li dijî hêrsa gel, desthilatdariyê dest bi lîstikan kiriye û wiha domand: “Em dizanin ku bi nêzîkbûna hilbijartinan re nelirêtî dest pê dikin. Li gorî agahiyan ji derve hilbijêr anîne vê derê. Mirov ji ber vê rewşê bi bertek in dizanin êdî çi dibe. Baş dizanin ku dê wê felaketê de bi tenê hatine hiştin loma jî dibêjin dibêjin çi bibe dê di sindoqan de bibe. Em soz didin; em ê li ba jin, kedkar û karkeran bin. Em ê destekê bidin esnafên ku zirarê dîtine, welatiyên ku malên wan hilweşiyane, em ê li ba wan bin.”

‘Em ê vî bajarî ji nû ve ava bikin’

Perîhan Yucekaya herî dawî bang li gel kir ku bi wan re di nava piştgirî hevgirtinê de bin û soz da ku dê bajarê ku kirine qurbana îmar û rantê ji nû ve ava bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kri: “Ên ku di erdhejê de zêde mexdûr bûn û ji nû ve hewl didin jiyanê ava bikin jin in. Dema ku em werin hilbijartin, li meclisê em ê ji bo ji nû ve avakirina bajar û mafên jinan bixebitin. Ji bo mexdûriyeta gelê Meletiyê bi dawî bibe çi ji destên me were em ê bikin. Piştgiriya ku me roja destpêka erdhejê li vir dest pê kiriye em ê li meclisê bidomînin. Em ê vî bajarê ku bûye qurbana rant û îmarê ji nû ve ava bikin. Dema ku em ji bo xebatên hilbijartinên derdikevin kolanan, em baweriya mirovan û semîmiyeta wan a ji bo xwe dibînin. Em hêz û baweriya vê xebatê jî ji gel digrin.”