Nahîd Nafîsî: Li Îranê penceşêra memikê pir zêde bûye

Seroka Komeleya Neştergeriya Memikê ya Neteweyî ya Îranê, Nahid Nafîsî bal kişand ser zêdebûna penceşêrê û diyar kir ku her diçe zêde dibe. Nafîsî da zanîn ku parastina kîloyan û tesbîtkirina zû, di dermankirinê de gelek girîng in.

Navenda Nûçeyan – Pispora neştergeriya onkoplastîk a memikê û seroka Komeleya Neştergeriya Memikê ya Neteweyî, Nahîd Nafîsî li ser amarên penceşêra memikê yên li Îranê axivî diyar kir ku her sal 23 hezar heta 25 hezar bûyerên nû yên vê nexweşiyê li welat tên tomarkirin. Ev jî tê wê wateyê ku bi navînî, ji nîv saetê carek nexweşiya penceşêrê bi jinek re tê teşhîskirin.

Nahîd Nafîsî di bernameya "Radio Talk" de da zanîn ku temenê teşhîsê li Îranê li gorî cîhanê kêmtir e. Temenê navînî yê nexweşiyê li Îranê 48 heta 50 salî ye lê li cîhanê ev temen nêzî 60 salî ye. Her wiha ji sedî 25’ê nexweşên li Îranê di bin 40 salî de ne.

Her wiha destnîşan kir ku li Îranê daneyên hemû cureyên penceşêrê zêde dibin û salê 160 hezar heta 180 hezar bûyerên nû tên tomarkirin. Guhertinên şêwaza jiyanê, qirêjiya hewayê, xwarinên nexweş, qelewbûn û bikaranîna titûnê wekî sedemên sereke hatin nîşandan.