NADA: Wê bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşîna jinan bilind bibe

NADA’yê der barê salvegera yekemîn a serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de daxuyanî da û diyar kir ku wê bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşîna jinan di asta herêmê û kurewî de bilind bikin.

Navenda Nûçeyan – Tifaqa Jinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê (NADA) der barê salvegera yekemîn a serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kir daxuyaniyek nivîskî weşand.

NADA’yê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di ser qetilkirina Jîna Emînî de salek derbas bûye û li Îran û Rojhilatê Kurdistanê şoreşa gelan dest pê kiriye û wiha hat gotin:

“Ev şoreş bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ dest pê kir û di nava salekê de bi dehan ciwan û jin hatin kuştin û bi sedan hatin girtin. Ji bo hemû kom û beşên civakê bû şoreşek stratejîk ku li derdora pirsgirêka azadiyê kom bibin. Bi vî awayî azadiya civakê di azadiya jinan de derbas dibe. Şoreşê di wateya gerdûnî de li hemû cîhanê deng veda.

‘Jin Jiyan Azadî kilîta bi sêhr e’

Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Vê şoreşê çirûska şoreşa li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêxist, li dijî zîhniyeta mêr a desthilatdar têkoşîna jinan ji nû ve zindî kir. Di girtîgehan de jî xwedî li têkoşînê derketin, dest ji bilindkirina têkoşînê bernedan. Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ji bo jinên Îranê bû kilîta bi sêhr. Rastiya vîzyona ku wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinan derxist holê.

Serhildan bû deriyê ber bi azadiyê ve

Şoreşa ku bi pêşengiya jinan çêbû modela bingehîn e ji bo avakirina jiyana wekhev û azad. Pêvajoya şoreşê bû deriyê ku hemû gel, jin û hemû nasname li dora otorîteya destihaltdariyê li dijî polîtîkayên kolekirinê ber bi azadiyê ve bimeşin. Ruxmê hemû zext, zilm, tacîz û pêkanînên darvekirinê serhildana gel hê jî berdewam dike.

Tifaqa me wê li kêleka hemû jinên Îranê, herêmê û hemû jinên şoreşger be. Ji bo civak bigihîje azadiyê û daxwaza rewa ya azadiya jinan, girîng e ku zihniyeta mêrsalarî îfşa bike û hesab bipirse, têbikoşe.”