Li Îranê bahoza qumê: Bi hezaran kes serî li nexweşxaneyan dan

2 hezar û 107 kesan ji ber bahoza qumê ya ku bandor li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê kir serî li nexweşxaneyan dan.

Navenda Nûçeyan- Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li başûrê rojhilatê Îranê bahoza toz û qumê bi bandor bû. Di 5 rojan de 2 hezar û 107 kesan bi giliyên cuda yên ji ber bahoza toz û qumê serî li nexweşxaneyan dan.

Serokê Rewşa Lezgîn a Sîstan-Belûçistanê Mecîd Muhîbbî ji ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê re axivî û got: " li bajarên Zehek, Hamûn, Hirmend, Nimrûz û Zabulê ên li bakurê Sîstan û Belûçistanê di 5 rojên dawî de 2 hezar û 107 kesan serî li nexweşxaneyan dan û 136 kes jî kes di bin tedawiyê de ye.”

Hat diyarkirin ku li Sîstan-Belûçistanê di 20’ê Îlonê de ji ber zêdebûna tozê ya li hewayê, li Zabulê  mesafeya dîtinê 800 metre, li Zehekê jî 500 metre kêm bûye.