Kongra Star li dijî kiryarên dewleta Tirk daxuyanî da

Di bin însiyatîfa pêngava têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirina jinan a ji bo ewlekarî û aştiyê de, Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyek kiryarên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên şermezar kir.

Hesekê- Di bin însiyatîfa pêngava têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirina jinan a ji bo ewlekarî û aştiyê de, Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyek kiryarên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên şermezar kir. Daxuyanî li ber Navenda Kongra Star a Knatona Hesekê bi tevlibûna komîteyên Kongra Star û parêzeran hat dayîn û ji aliyê parêzer Beşîra Cemal Dîn ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve dewleta Tirk a dagirker hewl dide rewşa Sûriyeyê bi kar bîne û projeya xwe ya berfirehkirinê li ser hesabê gelên herêmê pêk bîne, di vî warî de polîtîka û rêbazên xwe diguherîne, li gorî herêmên Sûriyeyê. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku piraniya wê Kurd in, kiryarên dijmirovî, qirkirin û wêrankirinê pêk tîne .Di heman demê de hewl dide xelkên sivîl  koçber bike da ku guhertina demografîk pêk bîne .

‘Sembolên şoreşê tên hedefgirtin’

Dewleta Tirk sembolên şoreşê yên ku li dijî rêxistina terorê ya herî xeternak a ku cîhanê ku ewlehî û aştiyê tehdîd dike dike hedef .Di salvegera Şoreşa Rojava 19’ê Tîrmeha 2022’an de ku wê demê jinan bi şahiyan şoreşa xwe pîroz dikirin dewleta Tirk berpirsyara Yekitiya Parastina Jin YPJ’ Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Kobanê kir hedef da ku di dilê her jinê metirsiyek bide avakirin û îradeya wan were şikandin. Di salvegera Şoreşa Jin Jiyan Azadî ya ku li Îranê li dijî sîstema koletî û desthilatdariyê dest pê kir, careke din dîrokê xwe dubare kir li Minbicê şervanên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Nûjîn Ocalan, Canda Cûdî û Şervîn Serdar kir hedef û şehîd bûn.

‘Bi hedefgirtina YPJ’ê yekitiya gelan tê hedefgirtin’

Dewleta Tirk bi hedefgirtina Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Yekitiya gelan dike hedef. Em di pêngava têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirina jinan a ji bo ewlekarî û aştiyê de, kiryarên dewleta Tirk ên li hemberî komek şervanên YPJ’ê bi tundî şermezar dikin û bang û rêxistinên mirovî, saziyên mafê mirovan dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û bi erkên xwe rabin. Li dijî kiryarên dijmirovî yên ku dewleta Tirk li hemberî pêşeng û gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dike bertek nîşan bidin.”

Piştî daxuyaniyê şandeyek ji 4 kesan ji parêzer û koordînasyona Kongra Star a Rojava berê xwe dan navenda hêzên Koalîsyonê ya li ser riya Til Temir- Hesekê da ku daxuyaniya nivîskî radestî wan bikin.