Muayeneya bi kelebçe li ser hat ferzkirin

Rojnameger Ceylan Şahînli ku rastî zexta muayeneya bi kelebçe hat, der barê bijîşka mafê wê yê dermankirinê binpê kir de serî li Serdozgeriya Komarê ya Sîncanê û Wezareta Dadê û TTB û ÎHD'ê da.

Navenda Nûçeyan- Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, binpêkirinên ku li nexweşxaneya kampusa girtîgehê û Nexweşxaneya Bajêr a Etlîk a ji ber pirsgirêkên tenduristiyê çûyê dîtiye, bi nameye vegot. 

Rojnameger, di nameya xwe de diyar kir ku têkildarî binpêkirina mafan a ji aliyê bijîşkan ve hat kirin serî li Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daye.

Ceylan Şahînlî, bal kişand ku nexweşiya Hepatît B (Zerik) ku divê her dem bê şopandin pê re heye û da zanîn ku bijîşkên li nexweşxaneya kampusa girtîgehê û Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê li dijî etîka pîşeyî ya bijîşkan tevgeriyane û rastî îşkenceya muayeneya bi kelebçe ku di peymanên navneteweyî de weke “îşkence” tê penasekirin hatiye.

Ceylan Şahînlî, destnîşan kir ku li nexweşxaneya Kampusa Girtîgehê 2 caran di beşa nexweşiyên enfeksiyonê de muayene bûye û rastî muayeneya bi kelebçe ya bijîşkan hatiye û wiha got: “Tevî berteka min jî kelebçe nehat derxistin, ev yek jî bû sedem ku dermankirina min bi derengî bikeve.”

Miduriyeta Tenduristiyê: Bijîşk bixwaze dikare veke

Ceylan Şahînlî, anî ziman ku têkildarî muayeneya bi kelebçe serî li Serdozgeriya Komarê ya Sîncanê û Wezareta Tenduristiyê daye û wiha got: “Ji serlêdana min a li Wezareta Tenduristiyê re, Miduriyeta Tenduristiyê ya Enqereyê muayeneya bi kelebçe parast û got ‘bijîşk bixwaze dikare veke.’ Şefîtiya Karên Hiqûqê ya Qeymeqamtiya Sîncanê ku bersiva giliya min a li Serdozgeriya Komarê da jî qebûl kir ku muayeneya bi kelebçe hatiye kirin lê ji ber tedawî hê didome biryar daye ku pêkanîn ‘dijhiqûqî û bi niyeteke nebaş nîn e’.”

‘Mahremiyeta nexweş hat binpêkirin’

Ceylan Şahînlî, bal kişand ku xwedîderketina saziyên berpirsyar a pêkanînên bêrûmet û polîtîkayên bêcezatiyê cesaretê dide peywirdaran û wiha berdewam kir: “Ez ji bo biyopsiya pişika reş çûm beşa nexweşiyên enfeksiyonê. Ji aliyê bijîşkê ku ez girtim odeyê ve rastî muayeneya bi kelebçe hatim. Li odeya ku bijîşk ez girtim 2 gardiyan û leşkerek jî hebûn û mahremiyeta min hat binpêkirin. Min li wir hê di kêliya ewil de xwest kelebçeyê derxin. Bijîşk got ‘jixwe ez te muayene nakim’ û li ser piyan pirs pirsîn. Min got ez wiha nikarim xwe rehet îfade bikim, min dîsa xwest kelebçeya min derxin. Li ser vê yekê ez bi bijîşkekî ku xwe hêrs kir re rû bi rû mam.”

Der barê nexweşiya xwe de agahî negirt

Ceylan Şahînlî, bi lêv kir ku leşker ji bo kilîda kelebçeyê derxe destê xwe avêtiye berîka xwe lê ji ber helwesta bijîşk destê xwe derxistiye û wiha pê de çû: “Dema min ji leşkeran xwest kelebçeya min derxin bersiva ‘Ma tişteke wiha heye?’ dan min. Dema min got tişta tê kirin ji derveyî nirxên exlaqî ye û îşkenceyek e, bijîşkî bi gotina ‘nîqaşa xwe li derve bikin.’ Ji bo nexweşiya min a tê zanîn belav dibe û bihayê wê zêde bûye têkildarî daxwaza biyopsiya ku were kirin tiştek negotin.”

Serî li TTB’ê û ÎHD’ê da

 

Ceylan Şahînlî, da zanîn ku bijîşk di kompîtorê de hin nîşe digirtin, pişt re ew arasteyî cihê xwîngirtinê kiriye û ev tişt got: “Li nezaretxaneya ku piştî wergirtina xwînê min birin, gardiyanê piştî saetekê hat cem min pirsa ‘Tu dermanê ku xwînê tenik dike bi kar tînî?’ kir. Xuyaye ku bijîşk jê re gotiye vê pirsê bipirse. Bijîşkê ku li cihê muayeneyê, tenezul nekir tiştek nepirsî, hewl dide bi riya gardiyan bipirse.”

Ceylan Şahînlî der barê bijîşkê ku mafê wê yê tedawiyê binpê kir de serî li Serdozgeriya Komarê ya Sîncanê û Wezareta Dadê da û giliyê bijîşk kir. Ceylan Şahînlî her wiha der barê bijîşk de serî li TTB’ê û ÎHD’ê da.