MKG û DFG’ê binçavkirina rojnamevanan şermezar kirin

MKG, DFG têkildarî binçavkirin û girtina rojnamevan daxuyanî dan diyar kirin ku rojnamegerî ne sûc e û divê demildest rojnamevan werin berdan û rojnamevanên bi rûmet wê her dem li pey heqîqetê bin.

Navenda Nûçeyan- Îro di danê sibehê de li Îzmîrê polîsan bi ser malên rojnamegeran de girtin. Di encama serdegirtinên malan de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (Ma) Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney,  nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin û nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû hatin binçavkirin. Di heman demê de xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Funda Akbulut jî hate binçavkirin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û  Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî binçavkirin û girtina rojnamevanan da daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de banga berdana rojnamevanan û bidawîanîna zextên li ser rojnamegeran hat kirin û hat diyarkirin ku rojnamevanên bi rûmet wê her dem li pey heqîqetê bin.

Daxuyaniya MKG wiha ye:

“Li Tirkiyeyê her ku diçe azadiya fikir her ber bi xirabûnê ve diçe. Bi taybetî mînaka vê ya herî şênber jî girtin û binçavkirina rojnamegeran e. Em her roj bi operasyonên nû yên binçavkirinê şiyar dibin. Di 5 rojên dawî de 5 jinên rojnameger hatin binçavkirin û yek ji wan hat girtin.  Di 9'ê Sibatê roja înê de polîsan bi ser malan de girtin û hevalên me yên rojnameger Kibriye Evren û Selamet Turan hatin binçavkirin. Piştre Selamet Turan hat girtin. Îro dîsa me bi operasyonek nû ya li hemberî rojnamegeran çavên xwe vekir. Li Îzmîrê bi operasyona li dijî rojnamegeran nûçegîhana JINNEWS'ê Melike Aydin û nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, xebatkara çapemeniya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Fatma Funda Akbulut jî di nav de 6 rojnameger hatin binçavkirin. Dîtina dosyaya rojnamegeran a ji aliyê parêzeran ve, hat sînorkirin.

Binçavkirina rojnamegeran a her demê, zextên li wan tên kirin, hewldana çewisandina wan tê wateya astengkirina mafê girtina nûçeyan a gel. Di van rojên herî zêde pêdivî bi heqîqetê heye de binçavkirina rojnamegeran tê wateya tunehesibandina azadiya çapemeniyê. Em dîsa tînin ziman ku divê hemû astengiyên li pêşiya fikir û azadiya fikir bên rakirin û em dîsa bi bîr dixin ku rojnamegerî ne sûc e.”

 Daxuyaniya DFG wiha ye:

‘Dev ji vî sûcî berdin û hevalên me demildest serbest berdin’

Li bajarê Îzmîrê vê serê sibê polîsan avêtin ser malên rojnamevanan û 6 hevalên me yên rojnameger hatin binçavkirin. Nuçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney, nuçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nuçegihanê Rojnameya Duvarê Cîhan Başakçioglu û xebatkara çapemeniya DEM Partîyê Fatma Funda Akbulut piştî hatin binçavkirin tê gotin ku ew birine şaxa TEM’ê.

Ji ber ku li ser dosyayê biryara veşartinê heye em nizanin rojnamevan bi çi tên sûcdarkirin. Lê belê em vê yekê bi hêsanî dikarin bînin ziman ku hevalên me ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê muameleyeke wisa dîtine. Bi vê operasyona dawî jî tê fêmkirin ku tê xwestin zextên li ser rojnamevanan bê zêdekirin û berdewam bike. Rojnamevanên ku barê ragihandina gel li ser milên wan e dixwazin bêdeng bikin. Armanca wan ew e ku kesên heqîqetê diqîrin, dengê xwe bilind dikin, dinivîsînin, xêzdikin, dibêjin bê bandor bikin û civakê ber bi tarîtiyê ve bibin. Lê belê rojnamevanên ku rastiyê dibêjin nikarin bi vê şêwazê bidin rawestandin. Rojnamevanên bi rûmet wê her dem li pey heqîqetê bin.

Divê bê zanîn ku #RojnamevanîNeSûce! Yên ku sûcdar in ew in, ango yên ku bi şêwazeke bêperwa êrîş dikin. Em dibêjin dev ji vî sûcî berdin û hevalên me demlidest serbest berdin. #JiRojnamevananReAzadî.”