MKG rapora meha Tebaxê ya binpêkirina mafan eşkere kir
MKG, rapora meha Tebaxê ya binpêkirina mafan eşkere kir, diyar kir ku 13 kedkarên çapemeniyê ji kar hatine avêtin, 8 malper hatine girtin.

Amed – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Tebaxa 2025'an eşkere kir. Di raporê de ev tişt hat gotin: “Rojnamevan ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî û nasnameyên xwe yên civakî bi mekanîzmayên piralî yên zext û tundiyê re rûbirû dimînin. Di tevahiya Tebaxê de, rojnamevan rasterast bi gefan rû bi rû man, şopandina wan a nûçeyan hatin astengkirin û ew bi destdirêjiya darazê rûbirû mane.”
Rojnamevan tên astengkirin
Di raporê de hat bibîrxistin ku rojnamevana jin C.K. ku li dijî gefên bi riya medyaya dîjîtal girtibû giliyê sûc kir, encax, tenê bi girtina sûcdar hat parastin. Di raporê de hat destnîşankirin ku şopandina nûçeyan a nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeyneb Durgut ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û Cezayê kelebçeya elektronîk a li ser rojnamevan Rehîme Karvar nîşan dide xebatên pîşeyî tên astengkirin.
MKG’ê di rapora xwe de astengkirina hesabên medyaya dîjîtal ya saziyên çepemeniyê yên wek Yenî Yaşam, Xwebûn, Ajansa Welat, Kaos GL û ETHA’yê wek ‘Mudaxeleya bi zanabûn e. Ev ji bo nedîtina medyaya rexnegir e.” nirxand.
Di raporê de ne tenê binpêkirinên li Tirkiyeyê, li Filistînê jî êrîşên li dijî rojnamevanan cih girt û wiha hat gotin: “Li Filistînê di bin şer û dagirkeriya berdewam de rojnamevan rasterast dibin hedef û gelek xebatkarên medyayê, di nava de rojnamevanên jin jî hene, tên qetilkirin. Tevî rojnamevan Meryem Ebû Dekka, di êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê de şeş rojnamevan, hatin qetilkirin. Qetilkirina rojnamevanan ne tenê mafên şexsî yên jiyanê, êrîşek li dijî mafê girtina agahiyan yê hemû civakan e.”
Daxwaz hatin rêzkirin
“*Divê pêvajoyên darizandinê bi awayekî bêalî, dadperwerane û zelal werin kirin. Divê pratîkên sansurê yên dîjîtal bên rakirin. Divê rojnamevanên girtî werin berdan û azadiya ramanê were misogerkirin. Divê mekanîzmayên navneteweyî werin xurtkirin.”
Li gorî raporê; gef li rojnamevanek jin hatiye xwarin, şopandina nûçeyan a rojnamevanek jin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, rojnamevanek jin rastî nêzîkatiyên xirab hat û kelemçeya elektronîk xist destên rojnamevanek. Di çarçoveya binpêkirina azadiya îfadeyê de jî darizandina der barê du rojnamevanan de didome, dosyaya dozekê didome , hê jî 5 rojnamevanên jin girtîne.
Ji kar hatin derxistin
Di raporê de ku zextên aborî ji derketî pêş, hat diyarkirin ku ji rojnameya Nefes 13 kedkarên çapemeniyê ji kar hatin derxistin. Di platformên dîjîtal de jî 8 malperên înternetê hatin girtin, hesabên medyaya dîjîtal ê Instagram û X hatin astengkirin.
Rojnamevanên girtî
Di raporê de navên rojnamevanên jin ên girtî jî cih girt. Navê rojnamevanên girtî wiha ye: “Ji Kovara Yuruşê, Elîf Ersoy, ji rojnameya Atilimê Hatîce Duman, xebatkara berê ya TRT’ê Ozden Kinik, nûçegihana Ozgur Gelecek Perîhan Erkilinç û Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Onsoz Songul Yucel.”