Mexdûrên erdhejê li ser sindoqan e

Ji bo hilbijartinên serokomariyê mexdûrên erdhejê di sindoqên ku di konteyniran de hatibûn danîn dest bi dengdanê kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Hatayê ku yek ji bajarên ku di erdhejên navenda wê Mereşê de herî zêde wêran pêk hat, gel li ser sindoqan e. Ji ber pêvajoya dengdayînê ya ku dê 28’emîn Serokomar bê hilbijartin hilbijêrên ku çûn ser sindoqan li ber konteyniran rêzên dirêj çêkirin.