Hêzên Iraqê carek din xwest derdora wargeha Mexmûrê dorpêç bike

Hêzên Iraqê serê vê sibehê cardin bi hêzek mezin ket nava liv û tevgerê û dixwazin derdora wargehê bi kuleyan dorpêç bikin, li dijî vê hewildanên gelê wargeha penaberan a Mexmûr ev 9 roj e şev û roj bê navber li ber xwe dide.

Mexmûr- Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û kuleyan dane. Li dijî vê hewildanê gelê Mexmûrê ji 7 salî heta 70 salî ev 9 roj e şev û roj bê navber li ber xwe dide û  rê nade artêşa Iraqê derdora wargehê dorpêç bike.

Îro danê siharê carek din hêzên Iraqê bi hêzek mezin ketin nava liv û tevgerê û xwestin kuleyan danin. Lê carek din xelkê wargehê li dijî vê derket. Di van kêliyan de berxwedanê xelkê wargehê bê navber dewam dike.