Meşa Mezin a Azadiyê nêzî fînalê dibe

Meşa Mezin a Azadiyê ku ji du baskên Wan û Qersê hat destpêkirin, nêzî fînalê dibe li Şemrex û Êlihê di roja 12’an de bi bîryardarî didome. Meşvanên Azadiyê gotin: “Ev meş li dijî tarîtiya faşîzmê vekirina rêya komara demokratîk e.”

Navenda Nûçeyan – Meşa Mezin a Azadiyê ku di 1'ê Sibatê de ji aliyê du baskên Wan û Qersê ve bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin, nêzî fînalê dibe, di roja xwe ya 12'an de bi biryardariyek mezin didome. Meşvanên azadiyê ji aliyê gel ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin.

Meşvanên ji siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratîk pêk tên û di baskê Wanê de cih digirin, meşa xwe îro li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê domandin. Meşvanan, îro li herema Çoltar a di navbera navçeyên Dêrîk û Şemrexê de dimîne dest bi meşê kirin, derbasî navenda bajêr bûn.

Bi coş hatin pêşwazîkirin

Meşvan, li petroleke li bajêr bi dahol û zirnê hatin pêşwazîkirin. Di nava girseyê de hejmarek zêde ya jinan hebû. Gelek kes jî bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li pêşwazîbûnê bûn. Welatiyên qûrnefîl dan meşvanan, demekî dirêj govend gerandin.

Meşvan, pişt re bi girseyê re heta qada bajêr meşiyan. Di dema meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Welatiyên li ser rêya meşê bi îşaretên serkeftinê û çepikan bûn şirîkê coşa meşvanan.

‘Em ê aştiyê bi hev re ava bikin’

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca axivî û got: “Em ji bo aştiyek mayînde ji bo wekhevî û azadiyê dimeş in. Ev meş li dijî tarîtiya faşîzmê vekirina rêya komara demokratîk e. Ji ber wê yekê meşa qewitandina tarîtiyê ye û dîtina rêyeke nû ye. Meşa gelê Kurd a diyarkirina çarenûsa xwe ye. Meşa Dayikên Aştiyê ya ‘Êdî bese’ ye. Meşa gelê Kurd a bedelên herî giran daye ye.”

Perîhan Koca, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wiha dom kir: “Hezar silav ji greva birçîbûnê ya ji bo aştiyê bûye dengek re. Silav ji Nobetên Edaletê yên di pêşengtiya Dayikên Aştiyê de tên meşandin. Em ê aştiyê bi hev re ava bikin.”

Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şemrexê Hamdîn Demîr û Kûdret Ûçûkê jî meşvan silav kirin û gotin: “Heta ku ev pirsgirêk çareser bibe dê meş berdewam bike. Dem dema azadiyê ye.”

Rawestgeha din a meşvanên Azadiyê dê bibe navçeya Xana Axpar (Çinar) a Amedê.

 Baskê meşê yê Qersê îro li Êlihê ye

Baskê meşê yê Qersê îro li Êlihê bû. Meşvan, bi ketina bajar li devera Çiyayê Kirayê bi coş hatin pêşwazîkirin. Gel, meşvan bi çîçekan pêşwazî kir, meşale pêxistin û fîşekên hewayî teqandin.

Girseyê pankartên “Em ber bi azadiya ku roj lê ava nabe û çîçek lê na çilmisin ve dimeşin” û “Roj bilind dibe, Kurdistan azad dibe” vekirin. Her wiha di pêşwaziyê de dengê dahol, zirne û defê qet kêm nebû. Girseya ku stranên kurdî striya û govend li ber gerand, gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" berz kir. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 75 pivildankên spî hatin berdan. Girseyê, piştre jî bi konveyekê derbasî navenda bajar bû.

Ev meş, meşa heqîqetê ye’

Hevberdevkê HDK’ê û Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek li vir axivî û wiha got: “Xeyalekî Kurdan û şoreşgeran heye. Nirxên gelê kurd hene û dê her hebin. Ew nirx jî birêz Abdullah Ocalan e. Ev meş ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Ev sê sal in em tu agahiyan ji Îmraliyê nagirin. Banga me ji bo wan kesên dibêjin ev dewlet dewleta hiqûqê ye; ev meş meşa edaletê ye. Gelê Kurd dixwaze li ser vê xakê edalet hebe û ji bo nirxan rêz were girtin. Her devera Kurdistanê qeyûm û goristanên komî ne. Em li vir bang li zihniyeta statûkoparêz, înkarger û pişaftinê ya sedsalî dikin; nasname û rûmetekî me heye. Bila dost û dijmin tev bizanin ku em ê dev ji rûmeta xwe bernedin. Ev meş di heman demê de meşa azadiyê ye. Meşa wê ye ku hemû pergalên înkarger bişînin sergoya dîrokê ye. Ev meş meşa Kemal Pîr û Hayrî Durmuşane ku digotin ‘Em bi qasî di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin.’ Ev meş, meşa heqîqetê ye. Meşa Sakîne Cansiz û Aysel Doganan e. Em spasiya her kesên mil daye milê me û piştgirî daye me dikin.”

 ‘Serkeftin a Kurdistaniyên berxwedêr e’

Cengîz Çîçek, destnîşan kir ku xaka Kurdistanê ne xaka zilmê lê keleha berxwedanê ye û got: “Xaka Kurdistanê dê bibe xaka azadî û wekheviyê. Ev meş meşa mezinkirina têkoşîna demokrasiyê û defkirina qeyûman a di 31’ê adarê de ye. Ev meş ne meşa dawî ye, start e. Ev bi dehan salane em li dijî faşîzmê di nava meşekê de ne. Heta ku birêz Ocalan bi awayek fîzîkî azad dibe û Kurdistan dibe xwedî statû jî em ê bi dehhezaran kesan re vê meşê bidomînin. Serkeftin a Kurdistaniyên berxwedêr e.”