Meşa ku bi Yekitiya Star dest pê kir bi Kongra Star didomîne

Endama Rêveberiya Kongra Star a Kantona Qamişlo Rodîn Îsa ya qala serpêhatiya xwe ya di nav têkoşînê de kir û meşa ku bi Yekîtiya Star dest pê kir bi Kongra Star didomîne, got: “Me di nav şoreşê de sê şoreşan pêk anî.”

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Beriya ku şoreş li Rojavayê Kurdistanê pêk were, welatparêzên Kurd bi dilxwaziyek mezin kar û xebat li ser axa xwe bi awayekî veşartî didan meşandin. Gelê Kurd ji ber ku hewl dida çand, ziman û nasnameya xwe biparêze rastî gelek kiryarên rejîma Baas dihat lê ruxmê wê jî xebatên xwe didomand û ji bo nasnameya xwe têdikoşiyan. Her wiha ji bo ku zimanê wan neyê pişaftin di malên xwe de bi awayekî veşartî zimanê xwe hîn dibûn û hînî zarokên xwe dikirin. Yek ji jinên ku bi kar û têkoşîna xwe bû dildarê vê riyê, niha Endama Rêveberiya Kongra Star a Kantona Qamişlo, Rodîn Îsa ye ku ji ber xebatên xwe yê di nav têkoşînê de rastî gelek kiryarên rejîmê Baasê hatiye. Her wiha ji bo ku çand û nasnameya xwe biparêze tevli gelek çalakiyê cihêreng bûye.

Rodîn Îsa ya serpêhatiya xwe ya di nav têkoşîna azadiyê de parve kir bi gotina “Bi fikrên Rêber Apo me gavên gelek mezin avêt” bal kişand serkeftinên ku bi şoreşa jin a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hatiye bidestxistin û got “Em ê bi birdoziya xwe êrişên tên kirin, têk bibin.”

‘Hikûmeta Şamê îşkenceyê li bavê min dikir’

Rodîn Îsa ya dibêje ew di nav malbatekî welatparêz de mezin bûye wiha qala jiyana xwe ya biçûkanî dike: “Me ji demên mêj ve ev rêxistin nas kiriye. Em wê demê pir biçûk bûn lê me vê riyê bi riya welatparêziya malbata xwe di sala 1983’ an de nas kir û malbatê me li ser felsefeya Rêber Apo mezin kir. Ruxmî di nav şert û mercên zor û zehmet de, weke malbat me pir êş ji dewleta Şamê kişandiye, ji ber ku em malbateke welatparêz bûn. Armanca me ew bû ku em li welatekî azad bijîn. Ew zor û zehmetiyên ku me ji destên dewleta Şamê kişand tu peyv têrê nake em vebêjin. Bavê min ji ber karê cebhewî dikir her dem rastî kiryarên xirab û girtinan dihat. Sedema îşkenceya li bavê min dikirin ew bû ku em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşiyan.”

‘Beşdarbûna xwişka min girêdanbûna min xurttir kir’

Rodîn Îsa ya dibêje piştî ku xwişka wê beşdarî nav refên tevgera azadiya Kurdistanê dibe bêhtir girêdanbûna wê ya bi têkoşîna azadiyê re xurt dibe axaftina xwe wiha didomîne: “Dema ku xwişka min çû ser çiyayên azad min soz da ku ez jiyana xwe bikim xizmeta welatê xwe. Min xwest ew hesta ku bi min re ava kir, bikim malê welatê xwe û projeya Rêber Apo bibim serî. Di sala 2000’an de em çûn paytexta Sûriye Şamê, min kar û xebatên xwe li wir berdewam kir.”

Bi Yekîtiya Star dest bi meşa têkoşînê kir

Rodîn Îsa yanî anî ziman ku di sala 2005’an de bi avabûna Yekîtiya Star re xebatên xwe yê ji bo têkoşîna azadiyê xurttir dimeşîne wiha pêl da axaftina xwe: “Wê demê me kar û xebatên xwe bi awayekî veşartî dimeşand, ji ber dewleta Şamê. Ez di malbateke xweser de mezin bûm, ji ber wê jî ez ji karê xweser hez dikim. Min xwe di nav karê xweser de aktif dît, hebûna xwe di nava jinan de dît ji ber ku yê yekem car jinan fêm kir, Rêber Apo bû. Ji ber vê yekê min karê xwe yê Yekitiya Star meşand.”

Bi pêla şoreşê re vegeriya welat

Rodîn Îsa diyar kir ku piştî di 19 Tirmeha 2012’an de çirûska şoreşa jin li Rojavayê Kurdistanê geş bûye, ji Şamê berê xwe dan bajarê Qamişloyê û wiha domand: “Piştî ku me bihîst şoreş li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye, me jî di sala 2012’an de berê xwe da qadên şoreşa jinê. Xwişkên min tevlî şoreşê bûn, Ez mam li malê min gelekî êş kişand ez hîn nebûbûm li malê bimînim, her dem min dixwest weke çem biherikim, min got mal ne cihê min e ez ne ew kes im li malê rûnim, ji ber ku şoreşger bûm. Piştî van nakokiyan min pêngavek mezin avêt û ez careke din di sala 2013’an de tevlî kar û xebatên jinan ên Kongra Star bûm.”

‘Beşdariya her jinekî ji bo me serkeftin e’

Rodîn Îsa ku di nav salên dirêj ên têkoşîna azadiyê de gelek erkên cûda kiriye dibêje “Ger Rêber Apo emrê xwe ji bo me jinan feda kir, divê em jî weke jin xwedî li fikr û projeya Rêbertî derkevin.” Rodîn Îsa derbarê serkeftinên şoreşa jin a bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî deng veda de wiha dibêje: “Kongra Star ji bo min hêz û qûwet e. Ew êşa min jî serkeftina min jî dizane. Dema em jinekî beşdarî xebatê dikin, em dibêjin ‘Me projeya Rêbertî hinek din mezin kir’. Fikrên Rêbertî ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû jinan hêz e. Bi Şoreşa Rojava hemû jinên ji pêkhateyên cûda beşdarî kar û xebatên me bûn. Jinên Ereb ên em çûn gel wan ji me re digotin heya niha hûn li ku derê bûn, çima em zûtir pênehesiyan. Dema ez diçim gel wan dibêjim ‘Divê ez fikrên Rêbertî bi wan bidim nasîn.’ Bi fikrên Rêber Apo me gavên gelek mezin avêt.”

‘Em ê bi birdoziya xwe êrişan têk bibin’

Rodîn Îsa ku bal kişand li ser êrişên ji aliyê dewleta Tirk ve li ser heremê tê kirin û bi taybetî jin tên hedef girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê fikrê mezin ku hatiye jiyanîkirin jin tên qetilkirin, dijmin bi taybetî dixwaze dest bavêje jinê. Ji berku Rêbertî got ‘Sedsala 21’ê sedsala azadiya jinan e’ dewletên hegemonîk dixwazin bi riya êrişên li ser jinan êrişî paradîgmaya Rêber Apo bikin. Li tu cihê pergala hevserokatiyê nîne, lê di pergala ku Rêbertî pêşengiya wê dike de jin pêşengiya şoreşê dike. Jin bi zimanên xwe yê dayîkê beşdarî kongreyên navnetewî dibin. Ev serkeftinên mezin in. Me di nav şoreşê de sê şoreşan lidarxistin. Ya yekê şoreşa jin, ya dûyemîn şoreşa zihnî û ya sêyemîn jî şoreşa çandî ye ku her kes bi çand û zimanê xwe di nav Netewa Demokratîk de cih digre. Niha dewletên hegemon dixwazin vê yekê têk bibin, lewra êriş dikin. Karê me karê birdozî ye lewra emê bi birdoziya xwe van êrişan têk bibin.”