‘Em ê bi têkoşînê yekitiya herî berfireh ava bikin’

Di encamnameya Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk de hat destnîşankirin ku şerê li dijî jinan bi pergalî didome û wiha hat gotin: "Em ê li dijî tecrîd û şer yekitiya herî berfireh a têkoşînê ava bikin."

Navenda Nûçeyan- Encamnameya Konferansa Jinan a ku ji aliyê Partiya Çepên Kesk ve di çarçoveya jinûveavakirin û vesazkirinê de di roja 8-9’ê îlonê de bi dirûşma "Bi serhildan û rêxistinê em azadiyê diparêzin" 2 rojan pêk hat, hat ragihandin.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku projeya ku wek sedsala Tirkiyeyê danîne holê bi tevahî dijminahiya jinan dike û aşkera ye ku ev peyameke dijminahiya jinan e.

‘Divê tecrîda ku pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê digre demildest bê rakirin’

Di berdewamiya encamnameyê de hat destnîşankirin ku bi polîtîkayên neçareseriya di şer de yekitiya gelê Kurd û destkeftiyên demokratîk ên her derê cîhanê yên gelê Kurd hedef tên girtin û wiha hat berdewamkirin: “Desthilatdariya ku hewl dide bi vê polîtîkayê li ser piyan bisekine tecrîda li Îmraliyê giran dike û hewl dide bi vê tecrîdê îhtîmala aştiyê ji holê rabike. Divê ev tecrîda ku pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê digre demildest bê rakirin.” 

“Êrîşên li hemberî goristanan, di qutiyan de şandina cenazeyan a bi kargoyan, îşkenca li girtîgehan li ser girtiyan nîşan didin ku em bi dijminahiyek çawa re rû bi rû ne. Li gelên Tirkiyeyê bi polîtîkaya şer û tecrîdê bêçaretî û xizanî tê ferzkirin. Em teslîmê van pêkanînan, van ferzkirinan nabin. Em ê li dijî şer û tecrîdê têkoşîna berfireh bi hev re bihûnin.

‘Em ê bi perspektîf têkoşîna xwe bidomînin’

Em jin bi şîara ‘li dijî faşîzmê berxwedan rewa ye’, wê li dijî êrîşên li hemberî destkeftiyên jinan têkoşînê bilind bikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî şer em ê têkoşîna jinan li her qadê bidomînin.

Em ê bi hemû pêkhateyên tevgerên jinan re li dijî vê dagirkirina piralî bi hev re têbikoşin û vê tecrîdê bişkînin. Em ê kêmasî û qelsiyên xwe temam bikin, şaşiyên xwe fêm bikin, xwedî li paradîgmaya xwe derkevin û qesliyên xwe çareser bikin, xwe nû bikin û pêş bikevin. Em ê bi biryarbûn berxwedana xwe ya ji bo avakirina jiyana nû têkoşîna xwe bidomînin.

Em ê meclisên jinan ên herêmî bi hemû cudahiyan re bi hemû jinan re bi piştevanî û rêxistinî bi perspektîfa wekheviyê ava bikin. Em ê rêxistinbûna herêmî xurt bikin.

Di vê meşa xwe ya têkoşîna jinan a yekbûyî de, em di hişmendiya ku peywirên dikevin ser me, de ne û em ê kêmasiyên xwe çareser bikin û careke din dibêjin ku di vê perspektîfê de têkoşîna xwe bilind bikin. Li dijî van êrîşên ku qesda hebûna me dikin û hewl didin me ji hemû qadên jiyanê tune bikin, em careke din dibêjin ‘em hene, em ê hebin’.”