Li Xezayê sûcên ku Îsraîlê li El-Xelîl dike hatin şermezarkirin

Jinên li Şerîda Xezayê, diyar kirin ku Îsraîl sûcên li dijî jinan li bajarê El-Xelîl dike didomîne û wiha gotin: “Jinên Filistînî ji bo parastina vê axê gelek bedel dan. Em ê di vê riya berxwedanê de piştgiriyê bidin wan."

RAFIF ESLEEM

Xeza– Li Xezaya di bin dagirkiriyê de, Tora Jinan a Rêxistinên Civaka Sivîl sûcên ku leşkerên Îsraîlê li bajarê El-Xelîl li dijî jinan pêktîne protesto kir. Gelek jinên ji sazî û dezgehên civaka sivîl beşdarî çalakiya protestoyî ya duh pêkhat bûn. Jinan bang li Îsraîlê kirin dev ji sûcên li dijî jinên Filistînî berde û ji raya giştî ya navneteweyî re jî banga hestiyariyê kir.

'Leşkerên Îsraîlê di malên wan de êrîşê jinan dikin’

Koordînatora Tora Jinê ya STK’ê Meryem Zaqout a ku yek ji jinên beşdarî çalakiya protestoyê bû, bal kişand ku malên jinên li bajarê El-Xelîl bi şev rastî êrîşan tên. Meryem Zeqout destnîşan kir ku jin li ber çavên zarokên xwe rastî tundiyê tên û wiha got:

“Ev rewş nîşan dide ku sûc tên kirin. Leşkerên ku li malên jinan legêrin dikin, bi zordariya çekan û di bin gefa kûçikên polîsan de kincên jinan perçe dikin. Hemû pîvan û nirxên mirovahiyê tên binpêkirin. Peyman û biryarên navneteweyî ji aliyê hêzên Îsraîlî ve bi awayekî vekirî tên binpêkirin. Bi taybetî biryara Konseya Ewlekariyê ya 1325; di dema şerê çekdarî de banga parastina jin û zarokên keç dike.”

'Divê em bi jinên Filistînî re hevgirtinê mezin bikin’

Endama Sekreteriya Giştî ya Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînî Fawzîa Judeh, diyar kir ji bo hevgirtina bi jinên li El-Xelîl re li hev civiyan e. Fawzîa Judeh, anî ziman ew sûcên Îsraîl ên li dijî jinan şermezar dikin û wiha axivî: “Dixwazin serî li jinên Filistînî bitewînin û pêşketinên wan ên di mijarên siyasî, civakî û aborî de asteng bikin. Em ê ji van polîtîkayan tawîz nedin. Divê Neteweyên Yekbûyî (NY) têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re ji nû ve di ber çavan de derbas bike. Divê em bi jinên Filistînî re hevgirtinê mezin dikin, ji ber ku ew ji bo parastina van axan gelek bedel dan."

'Îsraîl sûcên xwe bi israr didomîne'

Parêzvana mafên mirovan Zaînab El-Ghunaîmî, da zanîn ew ji bo zextê li Neteweyên Yekbûyî bikin ku berpirsiyariya xwe bi cih bîne û Îsraîl berpirsyar bibîne li hev civiyan e Zaînab El-Ghunaîmî, diyar kir ew hedefgirtina jinan qebûl nakin û wiha got: “Îsraîl sûcên xwe yên li dijî Filistîniyan pêktîne her roj bi israr didomîne. Ew ji ber nebûna hesabdayîne, hêz digre. Ji bo ku sûcên tên kirin bi rêya darazê bên cezakirin, ji dadgehên navneteweyî re giliyên fermî hatin kirin.”

'Divê jinên cîhanê û rêxistinên navneteweyî dengê bide’

Endama Navenda Karûbarên Jinan Îtîmad Washah, diyar kir dagirkeriya Îsraîlê pêkanînên xwe yên li dijî jinan ên wek qetilkirin, girtin, lêdan û tacîzê roj bi roj zêde dike û da zanîn çûyîna jinan a nexweşxaneyan tê astengkirin. Îtîmad Washah, wiha axivî:

“Di rewşa ku jin biçin nexweşxaneyê de, jin bi fermana fermandaran ji malê tên derxistin û li ser rê li ber çavên zarokên xwe rastî lêgerîna tazî tên. Divê ji bo daxwaza dawî anîna van sûcan, dengê jinên cîhanê yan jî rêxistinên navneteweyî bên yekkirin. Em ji bo parastina Filistîniyan û afirandina şert û mercên jiyanê yên baştir ji bo wan, daxwaza piştgiriyê dikin. Jiyana jinan pir dijwar e û her kêlî dibe ku mal, zarok, malbatên xwe winda bikin an jî bi derxistina fermana dersînorkirinê, belavbûna  malbatan mimkun e.”

‘Rêwîtiya jinan tê astengkirin’

Endama Yekitiya Komîteyên Jinan ên Filistînê Ranîa Sultan jî diyar kir bi daxwaza saziyên jinan, civaka sivîl û civaka navneteweyî li kêlaka jinên li Quds, El-Xelîl û Xezayê dijîn cih bigrin, çalakiyan pêktînin. Ranîa Sultan, bal kişand jinên Filistînî her roj rastî binpêkirinan tên û wiha got: “Rêwîtîkirina jinên Filistînî tê astengkirin. Di nebûna rola hiqûqa navneteweyî de, biryardariya wan a parastina mafên xwe, wekî berxwedan nayê dîtin."

'Divê sûc bên eşkerekirin'

Aktîvîsta Femînîst Taghreed Jumaa jî diyar kir jinên Filistînên tên girtin, ji malên xwe tên avêtin, biçûk tên dîtin û rastî bêedaletiyê tên û balkişand ku civaka navneteweyî ji eşkerekirina van sûcan û cezakirina van sûcan berpirsyar e. Taghreed Jumaa, dest nîşan kir ku jinên Filistînî di berxwedana li dijî dagirkeriyê de xwedî dîrokeke dirêj a têkoşînê ne û wiha axivî: “Ji ber vê yekê ew ê vê rolê bidomînin. Ji bo xwişkên me yên jin vê riya berxwedanê bidomînin, em ê piştgiriyê bidin van.”