Mêrên Kobanê: Jinan zihniyeta 5 hezar salan guherand

Bi boneya 25’ê Mijdare Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li ser Jinan, li her derê cîhanê çalakî û bertekên li hemberî tundiyê zêde dibin. Mêrên bajarê Kobanê li ser pêşengiya jinan a şoreşê û guhertina bi wan re çêbûye ji ajansa me re axivîn.

ELVÎN MIHEMED

Kobanê – Pênc hezar sal in bi zihniyeta mêr-dewletê heta roja îro her cure tundî li ser jinan û vîna wan tê meşandin. Tundiya li hemberî jinan ji hişmendiya mêr-dewletê dest pê kir û li her warê jiyanê belav bû.

Li hemberî her cure tundî û hişmendiya mêr-dewletê têkoşîna jinan bênavber hate roja me ya îro berdewam dike. Têkoşîn û berxwedana jinan a bênavber di hemû warên jiyanê de bandora xwe li ser civakê û nêrînên mêran ên li hemberî jinan jî dike. Yek ji mînaka wê jî şoreşa Rojava ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ye ku bi şoreşa jinan tê nasîn.

Der barê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan û bi şoreşa jinan re guhertin û veguhertinên ku bi mêran re di aliyê hişmendî de çêbûne, mêrên ji bajarê Kobane nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

‘Pêşengiya jinan rengê xwe da hemû warên şoreşê’

Rojnamevan Mihemed Mistefa di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku pêşengiya jinan di nava şoreşê de teyîsandina xwe di hemû qadên jiyanê de dike û bi taybetî li ser hişmendiya mêr a 5 hezar salan guhertin û veguhertinên berbiçav çêbûne u wiha berdewam kir: "Heger em behsa guhertin û veguhertinên piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê bikin, yekser em ê guhertinên di hişmendiya mêr de bibînin. Gelek guhertinên berbiçav di aliyê hişmendiya zayendperest de çêbûne. Bandora hişmendiya mêr-dewlet, olperestî, zayendperestî, li ser civaka ku em tê de mezin bûn gelek zêde ye. Li ser vê bingehe em mezin bûn û hatin perwerdekirin. Di aliyê civakê de zext li ser jinan hê jî zêdetir e. Jin bi vî awayî dihatin fêrkirin em jî bi vî hişmendiyê mezin dibûn. Di hemû qadên jiyanê de nêzikatiyên me li hemberî jinan li ser perwerdekirina civakê bûn.

‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye şoreşa jinan û hêviya hemû gelên bindest’

Mihemed Mistefa di axaftina xwe de diyar kir ku herî zêde bandora olperestiyê li ser wan zêde bûye û li ser vî esasî nêzî jinan dibûn û wiha got; "Ji her tiştî zêdetir bandora olê li ser me pir zêde bû. Tu carî nedihiştin ku jin bi tena serê xwe derkevin ber derî. Pewîst dikir ku heta têleke porê wê xuya neke. Ji ber vê jî me ev rast dîdîtin û em jî li gorî vê nêzî jinan dibûn. Ne tenê di vî alî de pewîst dikir ku bi tu mêre nênas re neaxive, bi tena xwe dernekeve derve, dema derkeve jî zarok jî be jî divê mêrek pê re derkeve. Tê bîra min ku dema xwişk an jî diya min derdiketin derve ez bi wan re derdiketim. Gelek caran ez li gel wan bûm. Wê demê civaka me bi vî awayî bûn û bi vî hişmendiyê nêzî jinan dibûn. Niha jî gelek tiştên zayendperestî hene lê em nikarin bibêjin ku weke wê demê jin neçar in. Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehe edî jin di her qada jiyanê de xwedî hêz û vîn in. Jin îro di nava vê şoreşê de peşengiya azadiyê dikin. Ev pêşengî kêm jî be di aliyê hişmendî de mêran diguherîne û edî mêr û jin bi hev re têkoşîna azadiyê dimeşînin. Jinan bi têkoşîna xwe, nêrîn û hişmendiya mêr dan guhertin. Ez xwe pir bi şans dibînim ku şahidiya şoreşa jinan bi vê şoreşê jî şoreşa civakê dikim. Îro di aliyê azadiyê de jin peşengiyê dikin. Ji ber vê jî Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye şoreşa jinan û bûye hevî ji bo hemû gelên bindest."

Hem di aliyê hişmendî de hem jî fizîkî de tundî tê meşandin

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Arif Balî jî girîngiya pêşengiya jinan di şoreşê de anî ziman û wiha pê de çû; "Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê hemû civak ket nava kar û xebatan. Ji roja destpêka şoreşê ve heta roja îro ez jî dixebitim. Ya girîng ew e ku di nava civakê de em jin û mêr  hevbeş kar û xebatan didin meşandin. Bi taybetî bi pergala hevserokatî re edî hemû qadên jiyanê de hemû xebat hevbeş tên meşandin. Em baş lê mezê bikin, li tu welatî di aliyê jinan de ewqas pêşengî tune ne.”

‘Civaka azad bi jinên azad pêkan e’

Arif Balî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Roja 25’ê Mijdarê weke Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan hatiye qebûlkirin lê em mêze bikin tiştekî ji bo azadiya jinan nehatiye kirin. Di sedsala me ya îro de tenê fikir û felsefeya Rêber Apo pêşengiya azadiyê daye jinan. Heger di civakê de jin azad nebe ew civak jî nikare xwe azad bike. Pewîst dike ku weke civak em bigihîjin vê rastiyê û li gorî wê nêzî jinan bibin. Bi hinceta ol û adetên civakê, gelek tişt anîne serê jinan. tundiya li ser jinan dualî tê meşandin. Yek di aliyê hişmendiyê de ya din jî di aliyê fizîkî de li ser jinan tê meşandin. Heger jin bindest bimînin wê civak jî bindest bimîne. Ji bo jiyana azad pêwîst e jin xwedî rol bin û azad bin.

‘Em bi ked û têkoşîna jinan gihîştin van rojan’

Arif Balî anî ziman ku rojane li ser jinan tundî tê meşandin û wiha got: “Ji ber ku jiyana azad bi pêşengiya jinan hebû, zor û şîdet tunebe. Piştî ku ev jiyan û pergal hat tunekirin heta roja îro jî her dem talan û qetilkirin didome. Pergala mêr-dewletê pergala talan û qetilkirinê ye. Di heman demê de civak jî tê belavkirin. Em mêze bikin weke berê êdî civakbûyîn jî namîne. Em bi pergala neteweya demokratîk dixwazin bi azadiya jinan, azadiya civakê jî ava bikin û biparêzin. Em bi keda jinan hatin van rojan. Jin ji bo azadiya xwe û azadiya civakê têkoşiyan û heta van rojan hatin. Em jî bi ked û têkoşîna jinan îro di bin pergala neteweya demokratîk de dijîn û hatin van rojan. Edî pewîst dike ku mêr bizanibin dê sedsala 21’emîn sedsala jinan û azadiya civake be. Di civakek ku jin ne azad bin de civak jî nikare azad be û xwedî serkeftin be. Bi vê zanebûnê îro em şahidiya şoreşa jinan û azadiya civakê dikin.”