Der barê Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan biryara hepsa malê hat dayîn

Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku îfadeya wê li dozgeriyê hat girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê biryara hepsa malê û qedexeya derketina derve da Bîrsen Orhan.

Navenda Nûçeyan- Piştî ku îfadeya hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hatibû girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin. Dadgehê piştî parastinên hatin kirin şûnde der barê Bîrsen Orhan de biryara hepsa malê û qedexeya derketina derveyê welat da.

Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk li Şaredariya Dêrsimê qeyûm tayîn kir û di heman rojê de derheqê Hevşaredar Bîrsen Orhan de jî biryara binçavkirinê da. Bîrsen Orhan, di saetên serê sibehê de ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê. Piştî karûbarên li emniyetê, Bîrsen Orhan ji bo îfadeya li dozgeriyê sewqî edliyeyê hate kirin.

Bîrsen Orhan ya îfadeya wê li dozgeriyê bidawî bû, bi hinceta ‘heqeret li peywirdarê cemawerî kiriye’,’Gel tehrîkê sûc kiriye’, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezaya Sulh a Tunceliyê hat kirin.

Dadgehê piştî parastinên hatin kirin şûnde der barê Bîrsen Orhan de biryara hepsa malê û qedexeya derketina derveyê welat da.