Melîssa Barrera: Ez bêdengiyê tercîh nakim

Melîssa Berrera, ji bo ku peyama pişgriyê ji bo Filistînê da ji kadroya fîlm a bi navê “Qîrîn 7” hat derxistin, diyar kir ku ew ê mafên mirovan û azadiyê biparêze û got “Ez bêdengiyê tercîh nakim.”

Navenda Nûçeyan- Lîstikvan Melîssa Barrera, têkildarî derxistina ji kadroya fîlma bi navê “Qîrîn 7” ku ji ber ku peyama piştgiriya bi Filistînê re dabû, daxuyanî da. Melîssa Barrera, diyar kir ku ew antîsemîtîzm dijberiya îslamê şermezar dike û got: "Her mirovê/a li vê cîhanê, ol, nijad, zayend, meyla zayendî yan jî statuya aborî civakî çi dibe bila bibe, xwedî mafên mirovan e, rêzdarî û bêguman azadiyê heq dike."

‘Ez ê mafên mirovan û azadiyê biparêzim’

Melîssa Barrera, anî ziman ku divê tu sazî û dezgehek rêveberiyê di ser rexneyê de nebe û wiha domand:

"Ez hîs dikim û xwedî wê berpirsyariyê me ku bi platformê dikarim dengê xwe lê bilind bikim û ji ber vê yekê min hewl da di mijarên girîng de hayjêbûnê çêbikim û dengê xwe bigihîjînim kesên ku pêdiviya wan heye. Ez dixwazim zêdetir ji bo kesên ku pêdiviya wan heye, aştî û ewlehiyê, mafên mirovan û azadiyê biparêzim. Ez bêdengiyê tercîh nakim.”

Melîssa Barrera, bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê dabû, medyaya Rojava bi alîgiriyê rexne kiribû.