Meleyê diyanetê destdirêjî li 3 keçên xwe kiriye
Li bajarê Kirklarelî yê Tirkiyeyê, meleyê fermî yê diyanetê Şerafettîn T. destdirêjiyê li 3 keçên xwe kir. Di encama tecawizê de yek ji keçên wî zarok anî dinyayê. Buyer piştî ku keça wî gilî kir derket holê.
Navenda Nûçeyan – Li bajarê Kirklarelî yê Tirkiyeyê, meleê diyanetê Şerafettîn T. 5 salan bi awayê sîstematîk destdirêjî 3 keçên xwe kir. Ji ber tecawizê zaroka 14 salî ducanî ma. Piştî ku keça wê C.R.T. ya rastî tecawizê hatibû ji KADES’ê alîkarî xwest, buyer derket holê.
Piştî ku zarok tiştên jiyane vegot, mele û hevjîna wî hatin binçavkirin. Li gorî nûçeya Sozcu, ji zarokan T.T. ya 14 salî di îfadeya xwe ya dozgeriyê de wiha gotiye: “Em li malê bi mabata xwe re dijîn. Her wiha kurê bavê min Suleyman jî bi me re dimîne. Suleyman zarokê xeyrî meşrû yê bavê min û xwişka min a mezin C.R.T. ye.”
‘Bavê min bavê kurê min e’
C.R.T. ya ku ji ber tecawiza bavê xwe yê mele zarok aniye jî di îfadeya xwe ya dozgeriyê de wiha got: “Li malê ez bi dayik, bavê xwe 4 xwişk û bira û kurê xwe re dijîm. Bavê min di heman demê de bavê Suleyman e. Dema ku ez 14 salî bim bavê min destdirêjî min kir. Min got êdî bes e û bi riya KADES’ê li polîs geriyam. Dema ku polîs hatin malê, dayik û bavê min gotin şaşî çêbûye, hewl dan polîsan paşve bişînin. Ez ji bavê xwe bi gilî me.”
‘Ji bo carek din nêz nebe xwe li dînîtiyê datanî’
Xwişka herî biçûk B.T. ya ji 10 saliya xwe ve rastî destdirêjiyê dihat jî di îfadeya xwe de wiha got: “Zarokê ku xwişka min anî dinyayê dê û bavê min gotin birayê we ye lê ez dizanibûm ku zarok ê xwişka min e. Xwişka min ava cila a kîmyewî (ava klorê) vexwar hewl da xwe bikuje. Piştî ku zarok anî dinyayê, xwe li dînîtiyê datanî. Dema min jê re digot çima wisa dikî, digot ku ji bo bavê min carek din nêzî wê nebe wisa dike.”
Dayika wan S.T. jî di îfadeya xwe de got: “Keça min C.R.T. hat ba min got ‘her tişt qediya.’ Dema min pirsî got ‘çi qedeiya’ ji min re got ‘bavê min destdirêjî min kir.’ Piştî ku keça min bi KADES’ê li polîsan geriya, polîs hatin malê. Ji ber ji hevjînê xwe ditirsiyam min got me bi şaşî pê li pêkanînê kiriye.”
Mînakên DNA’yê hev girtin
Mînakên xwînê yên ji zarokê C.R.T. hatin girtin û yên ji mele hev girtin. Di testa DNA’yê de diyar bû ku zarok ji sedî 99.99 ji mele Şerafettin T. ye. Di encamê de mele hat girtin lê di dadgehê de sûcdariyan red kir.
Dadgeha bilind pejirand
Dadgeha Cezayê Giran a Kirklareliyê, der barê S.T. de biryara beraetê da. Bavê girtî jî ji ber tecawiza li dijî keça xwe ya 14 salî 20 sal ceza girt. Ji ber ku sûc li dijî keça xwe kiriye ceza nîvî li ser hat zêdekirin bû 30 sal. Ji ber ku vê sûcê gelek caran kiriye jî hukmên rêzecûsan hat pêkanîn, ceza bû 40 sal lê ji ber ku di zagonê de ji 30 salan zêdetir cezayê girtîgehê nabe, hat ser 30 salan.
Ji ber ku li dijî keça xwe ya navîn T.T. jî destdirêjê kiriye bi sûcê bêparhiştina kes ji azadiyê, karşı da cinsel saldırı ve kişiyi hürriyetinden yoksun bırakmak suçundan 42 yıl hapisle 42 sal ceza girt lê ev ceza jî ji ber zagonan hat ser 30 salan.
Ji sûcê destdirêjiya li ser keça xwe ya herî bibçûk B.T. jî 18 sal û 9 meh ceza girt û di encamê de ji ber sûcê tecawiza li dijî sê keçên xwe 78 sal û 9 meh cezayê girtîgehê girt.
3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind jî biryarên ceza yên ji ber sûcên destdirêjiyê ji ber zaroka ku zarok anî dinyayê û keça herî biçûk a destdirêjî lê hatibû kirin pejirand.
Dadgeha Bilind, biryara beraetê ya der barê dayika wan S.T. de hat dayîn jî bi dengekî erê kir.
Dadgeha Bilind sûcê îstîsmara li dijî keça navîn T.T. ku 42 sal ceza hatibû dayîn betal kir.
Dadgeha Cezayê Giran a ku careke din dosyayê girt dest, vê carê ji ber sûcê êrîşa zayendî ya bi wesf, kiryar bi cezayê 18 salan ceza kir.